Têkoşîn yekere ye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:00

  • Peykersaz Şahîn Dogan: Bi politikaya qirkirinê ya ku hê teniktir kirine, em ji vê re, hewl didin tine bikin. Ev niha jî ne qediyaye, politikaya dewletê ya 100 salî jî bi rengekî girankirî dixwazin bi cih bînin. 

RONÎ ARAM  ANF/STENBOL

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) beriya bi 30 salan, li dijî qedexekirina çand û zimanê Kurdî hat avakirin. Van 30 salan tevî polîtîkayên zextê jî li gelek waran berhem afirandin. Pîrozbahiya salvegera damezirandinê ya 30 salî ya NÇM’ê 16’ê Cotmehê ji hêla Qeymeqamiya Kadikoyê ve hate qedexekirin. Ne ku tenê bernameyên NÇM’ê hatin qedexekirin. Têkilî çanda Kurdî, di her warî de sala 2021’an jî qedexe dewam kirin. 

Yek ji kedkarê NÇM’ê peykersaz Şahîn Dogan li ser van zextan got, qedexe ne bi îro sînordar in ji avabûna Komarê û wir ve hene: “Ev 100 sal in li dijî Kurdan zext heye, qirkirina Kurdan li demê belav kirine. Sazûmaniyeke wiha heye ku dixwaze Kurdan çandî tine bike, komar li ser vê ava bûye.’’

Nekarîn bi Kurdan

Dogan anî ziman ku komarê rêbazên xwe guherîne û wiha pê de çû: “Dibe ku navê van rêbazan guherîbe, wê demê Plana Şerq Islehatê bû lê niha rêbazên wan cuda ne. Lê divê em vê diyar bikin, dema ku mirov li 30-40 salên dawî binihêre, dibe ku ji hin aliyan ve bi ser bikevin. Heta, kirin ku Kurd ji nasnamaya xwe şerm bikin. Komara Tirkiyê netewe dewletek e, û ji bilî xwe ti cihêtî, çand nas nekirin. Ji ber vê jî Kurd weke yên herî bi tehlûke dît. Ji ber ku civakeke wiha ye ku asîmîlekirina wê û tinekirina wê zor e û berxwedêr e. Di nav netewe dewlete de bi Qanûna Tehcîrê ya Ermenan Ermen qirkirin, tine kirin li ser van xakan. Nekarîn ku vê li Kurdan bikin.”

Nav nû ye arman a berê ye

Li gorî Dogan armanca 100 salî ya van polîtîkayan neguheriye û got, “Bi politikaya qirkirinê ya ku hê teniktir kirine, em ji vê re qirkirina çandî dibêjin, hewl didin tine bikin. Ev niha jî ne qediyaye, politikaya dewletê ya 100 salî jî bi rengekî girankirî dixwazin bi cih bînin. Îro êdî navê wê ne Plana Islahetê ya Şerqê ye, van 5 salên dawî navê wê ‘Plana Çokdanerdê’ ye.”

Şexsî Kurd be civakî Tirk

Şahîn Dogan got NÇM li dijî van polîtîkayan radiweste û wiha domand: "NÇM li dijî van êrişan û tinekirinê, weke bersivekê ye. NÇM xwedî dîrokeke 30 salî ye. Van 30 salan, hin sal hebûn ku faşizm hê eşkeretir bû, piştre hate veşartin, hin salan jî weke ku hin mafên çandî dabin, nîşan dida. Ev jî wiha bû, ‘belê niha bi mafê şexsî tu dikarî bi Kurdbûna xwe bijî lê bi civakî nikarî bibî xwedî heq.’ Ji faşîzma veşartî mebesta min ev bû. Dema ku mirov li van 5-6 salên dawî dinihêre, ev faşizm nema tê veşartin. Bi ser de hê girantir bûye û niha xwe weke heqekî dibîne û bi cih tîne.”

Têkoşînê dewlet mecbûr kir

Dogan diyar kir ku polîtîkayên faşîst zêdetir bûne û di van 100 sala dawî de ev bêhtir xuya bûye: “Belkî jî em bi politikaya herî giran a 100 salan re rû bi rû ne. Ji ber vê, qedexe me şaş nakin, jixwe em faşîzma ku veşartî tê kirin, bêhtir tehlûke dibînin. Li vir dijminatiya xwe bi rengekî eşkere dike û dibêje ez hebûn, ziman û çanda te nas nakim. Ev ne tenê gotin e, ew vê dike jî. Berê ev tenê gotin bû. Êdî niha bi kêmanî hebûna gelê Kurd qebûl dike, lê sedema herî mezin a vê qebûlkirinê têkoşîn e. Ji ber vê jî NÇM sazûmaniyeke çand û hunerî ya wiha ye ku hay ji van polîtîkayên 30 salan heye. Jixwe, li ser vê têkoşînê bi rêxistin bûye. Hê jî bi kelecana roja pêşî hildiberîne.”

Em ê derfetên xwe biafirînin

Peykersaz Şahîn Dogan dibêje, qedexe wê her demê hebin, lê qedexe wê nikaribin têkoşîna NÇM’ê û bi giştî têkoşînê bi paş ve bibin: “Qedexe hene û wê hebin jî, jixwe em ne li hêviyê ne ku dewlet pêşiya me veke. Ev 30 sal in çawa ku em li ber xwe didin em ê dîsa li ber xwe bidin. Em ê derfetên xwe biafirînin, heke em sahneye nebînin, em ê ava bikin, em ê biçin kuçeyan. Qedexe nikarin me biçewisînin, berovajî vê yekê me xurt dikin.

Her wiha mesele ne qedexekirina konser yan jî şanoyekê ye, hewl didin ku hilmstandina gel jî qedexe bikin. Ji ber vê, têkoşîn yekere ye û çand û huner jî her yekî lingekî wê ne. Yekerebûna têkoşînê jî heqîqeta ku gel li ser piyên xwe dimîne, derdixîne holê.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.