- "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" xebatên roja yekemîn ên Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demoratîk bi nîqaşên beşdaran li ser rapora salane û rêziknameyê bi dawî bûbûn.
Bi diruşma "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" xebatên roja yekemîn ên Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demoratîk bi nîqaşên beşdaran li ser rapora salane û rêziknameyê bi dawî bûbûn.
Xebatên Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk a 7’an li Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a li bajarokê Rimêlanê yê ser bi Qamişlo bi rê ve çûn. Di konferansê de 200 delegeyên ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Heleb û Şamê beşdar bûn.
Di konferansê de beşdaran nihêrînên xwe gotin. Rapora xebat û rêziknameya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk hat xwendin.
Nîqaşên li ser rapor û bendên rêziknameyê bi dawî bûn.
Doh gava nûçeya me dihat amadekirin, hilbijartina Meclîsa Tevgera Çand û Huner dewam dikir. Piştî hilbijartinê konferans diviya bi dawî bibe.
ANHA/QAMIŞLO