Bombardumana çandî heye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Adar 2021 - 01:10

  • Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) di navbera 21-28'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7'an li dar xist. 

Tevgera Çand û Hunerê TEV-ÇAND'ê ragihand ku di navbera 21-28'ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7’an li dar xistiye. Encamên konferansê jî bi danezanekê hat eşkerekirin.

TEV-ÇAND di konferansê de gihişt hin biryaran û di rêvebernameya xwe de hin guhertin kirin. Rêveberiya giştî ya TEV-ÇAND'ê ku wê du salên bê karê çand û hunerê bi rê ve bibe, hate hilbijartin.

Di encamnameyê de li ser pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' helwesta hunermendan tê destnîşankirin û tê gotin, serbestiya Rêber Apo wê karê bingehîn ê têkoşîna wan be.

Êrişkar qirker in

Di dewama danezana encamê de hin xalên têne destnîşankirin weha ne: "Şerê li herêma me û li çar aliyê welatê me diqewime, girîngiya dîrokî ya karê çand û hunera demokratîk û şoreşger ji her demê bêhtir radixe pêş çavan. Di konferansa me de hate ragihandin, sîstema kapîtalîst modernîst ji bo karibe serwer bibe û sîstema xwe bidomîne hewl dide bi rêya çand û hunerê xwe rewa bike. Heman rêbaz li Kurdistanê jî bi destê dewletên serdest, bi taybetî li dijî Kurdan bi giştî li dijî gelên herêmê tê bikaranîn. Hêzên mêtinger qirker, li dijî destketiyên têkoşîna azadiyê ya Kurd a nîv sedsalê, ne tenê bi operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî, her wiha bi êrişên qirkirina çandî jî dixwazin gelê Kurd bi rengekî topyekûn îmha bikin. Konferansa me destnîşan kir ku li qada çand û hunerê divê têkoşîn û berxwedaneke xurt li dijî hêzên mêtinger faşîst bê meşandin û bang li kadro, hunermend, rewşenbîr-nivîskar, wêjevan û her kesên li qada çand û hunerê dixebitin kir ku ji her demê bêhtir xwedî li nirxên azadî, wekhevî û demokratîk derkevin, li dijî faşîzmê di nava têkoşîne de bibin yek.

Li her derê xebatên çandî

Konferansa me bal kişandiye ser asîmîlasyon û qirkirina li dijî çand, ziman û nasnameya Kurd û ji bo têkbirina vê polîtîkaya qirêj û pûçkirina êrişan, rol û girîngiya karên çand, huner û wêjeyê destnîşan kiriye. Lewma hatiye ragihandin ku divê TEV-ÇAND ji her demê bêhtir bi rengekî çalak têbikoşe, bi karên xwe yên afirîner, dewlemend ên huner û wêjeyê bi mîsyon û berpirsyariya xwe ya li nava civakê rabe, bi rêbazeke kar, li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku gelê me lê ye di karê çand-hunerê de qadên nû biafirîne û bi vî rengî wezîfeya pêşvebirina çand û hunera demokratîk a neteweya demokratîk daniye ber TEV-ÇAND'ê."

Ezezîtî civakê dikuje

Bi dewamî hate gotin, "Li dijî zîhniyeta kapîtalîst a ku çand û feraseta azadiyê ya sexte belav dike, li dijî populîzm û ezeztiya ku bi rêya hunerê nirxên komunal û exlaqî yên civakê parçe dike, konferansa me ev tespît kir, 'Civakîbûn, sedema hebûna hunerê ye, ezeztî kuştina huner û hunermendiyê ye'. Lewma feraseta populîst, ezeztî û lîberal a modernîteya kapîtalîst red dike û ji bo afirandina rêbaz û feraseta çand-hunera alternatîf a modernîteya demokratîk, divê rêxistinbûn bê xurtkirin û bi rê û rêbazên berfireh kar bê kirin."

Çandê bombardûman dikin

Li gorî encamnameyê, di konferansê de hate ragihandin ku li dijî feraset û zîhniyeta zayendîperest, dewletperest û serdestiya mêr, li dora Îdeolojiya Rizgariya Jinê li qada çand û hunerê divê têkoşîneke çalak û rêxistinbûyî bê meşandin û işaret bi girîngiya pêşengiya jinê hatiye kirin ku di qada çand û hunerê de ya ji bo avakirina civaka zad xwedî roleke mezin e.”

Di dawiya encamnameyê de êrişên faşîzma AKP-MHP'ê û hêzên mêtinger hemûyî yên ji bilî bombekirina Kurdistanê, şewitandina daristanan, bombekirina wê ya qada çandî û manewî tê destnîşankirin û ji bo vê jî girîngiya xebatên ji bo film, şano û hunerên din bi taybetî tê diyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.