KON-MED li dijî qedexeyê hazir e
Duşem 13 Hezîran 2022 - 22:24
- Li bajarê Elmanyayê Kolnê 12’ê Hezîranê KON-MED’ê konferansa xwe ya salane li dar xist.
ERDAL BAZ / KOLN
Li bajarê Elmanyayê Kolnê 12’ê Hezîranê KON-MED’ê konferansa xwe ya salane li dar xist. Parêzer Mahmût Şakar qedexekirina PKK’ê weke stratejiyeke siyasî nirxand û got, “Li her deverî divê em dengê xwe li dijî van qedexeyan derxin, biçin dadgehan û bi girtiyan re piştgiriya xwe nîşan bidin.”
Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED), li bajarê Elmanyayê Kolnê, konferansa xwe ya salane li dar xist. Nûnerên saziyên Kurdan ên li Elmanyayê û delegeyên KON-MED’ê tevlî konferansê bûn. Beşdaran rahişt wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek caran sloganên “Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo” gotin û bi vê doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrutê axaftina destpêkê ya konferansê kir.
Zubeyde Zumrut got, “Li Bakur zilmeke mezin li ser miletê me heye. Divê em bikin ku ew hinekî bêhna xwe vedin. Ji bilî serketinê ti rêya din li ber me nîne. Weke hevserok em soz didin miletê xwe ku em ê bi ser kevin.”
Piştî hilbijartina dîwanê, hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç pêvajoya siyasî nirxand.
‘Xwedê kir Ocalan heye’
Paşê serokê rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu peyivî û got, “Yan em ê dîktatoriyê hilweşînin, yan jî bi destê wê em ê hilweşin. Dewama hevkariya di navbera Kurdan û miletên din de ji bo serketinê gelekî muhim e. Şikesta herî mezin a Erdogan bi vê hevkariyê bû û em hêvî dikin ku şikesta xwe dawiyê jî ji vê hevkariyê bixwe. Bi destwerdana Ocalan a Stratejîk HDP hat damezrandin û têkoşîn gihişt qonaxeke din. Destwerdana Ocalan kir ku emên li rojavayê Tirkiyeyê bibin parçeyekî têkoşînê. Xwedê kir Ocalan heye.”
‘Em piştgirê têkoşîna Kurdan in’
Endamê meclîsa Federal a Elman ê ji Partiya Çep Andrej Hunko jî got, “Hevserokên HDP’ê parlamenter, xebatkar di hepsê de ne. Miletê Kurd bi temamî xistine hepsê. Nabe ku em vê qebûl bikin. Nabe ku Ewrûpa jî van êrişên faşîzan ên li dijî Kurdan qebûl bike. Em weke Partiya Çep, beramberî siyasetên krîmînalîzakirina Kurdan, tevî gelê Kurd têkoşînê xurt bikin.”
Qedexe stratejîj in
Parêzer Mahmut Şakar jî li ser pêvajoya hiqûqî ya li dijî qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê peyivî û got, ev qedexe ne elaqedarî xebatên PKK’ê ne, lê elaqedarî stratejiyeke siyasî ne. Mahmut Şakar xwest xelk li ber qedexeyê rabe û wiha peyivî: “Ev têkoşîna me yeke heq e. Ji ber wê jî li her deverî divê em dengê xwe li dijî van qedexeyan derxin, biçin dadgehan û bi girtiyan re piştgiriya xwe nîşan bidin.”
Ka hunermend li ku ne?
Hozan Comerd jî ji delegeyên konferansê bû û wî got, “Li Ewrûpayê zêdetirî milyonekê Kurd hene û bi sedan komeleyên me hene. Lê belê endametiya fermî ya komleyên me pirr kêm e. Lê em xwedî li saziyên xwe dernakevin. Ji nava bêhtirî milyonekê nifûsê, tebê 15 hezar endamên me hene.”
Hunermend Xelîl Xemgîn jî gazin ji hazir nebûna hunermendan kir û got, “Hunermend çima di vê dema şerî de ne li cem gel in?
Hunermendên ku gel diçe konserên wan, û ew vî qedrê gel bi wan dide, bi kar tînin, lê îro roj ne li cem gelê li meydanan in; divê her kes wan bibîne. Ji erk û wezîfeyên hunermend e ku xizmeta gelî bike. Heke wezîfeya xwe nakin, divê gel wan bibîne.”
Hevserokê din ê KON-MED’ê Engin Sever wê hevserokatiyê dewam bike; wî got, ew ê weke rêveberiya KON-MED’ê wezîfeya xwe bi cih bînin û “Heta azadbûna Rêber Apo” ew ê ji têkoşîna xwe gavekê jî venegerin. Piştre bi hilbijartinan, hejmara kêm a rêveberiyê hat temamkirin û konferans bi dawî bû.