- Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK´ê li dijî Başûrê Kurdistanê, şemiya bê yanî 30´yê Nîsanê wê li Dusseldorfê bi çalakiyeke navendî werin protestokirin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK´ê li dijî Başûrê Kurdistanê, şemiya bê yanî 30´yê Nîsanê wê li Dusseldorfê bi çalakiyeke navendî werin protestokirin. Ji çar parçeyên Kurdistanêbêhtirî 50 partî, rêxistinên baweriyan û sazî meşê organîze dikin û wan bang li xelkê kir da ku şemiyê li Dusseldorfê tevlî meşê bibin.
Saziyan da zanîn ku ew ê şemiyê li ber avahiya DBG Haus saet 10:00´an kom bibin û bi çalakiyê bêdengiya navneteweyî jî rûreş bikin. Di nava rêxistinan de yên ku bang li xelkê kirin tevlî çalakiyê bibin ev ên li jêr jî hene: YNK, Tevgera Gorran, KCDK-E, TJK-E, PYD, PÎK, FEDA, PÇDKS û gelekên din.
KON-MED´ê wiha bang li xelkê kir: ‘’Em deriyên xwe bigirin û berê xwe bidin Dusseldorfê.’’Hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut got, “Kurd hemû, ji kîjan fikrê, ji kîjan parçeyê dibin bila bibin, divê xwedî li erdên Kurdistanê derkevin. Divê ew li ber dagirkeriyê û hevkariya bi dagirkeriyê re rabin. Divê her Kurd deriyê xwe kilît bike, û bê Dusseldorfê û tevlî meşa bi dirûşma ‘Kurdistanê Biparêze’ bibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN