Kurdî wê bibe zimanê xebat û jiyanê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 27 Hezîran 2023 - 01:12

KON-MED’ê li Bergîsch Gladbachê kongreya xwe ya 3’emîn li dar xist. Di kongreyê de xebatên azadkirina Rêberê Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya PKK’ê bûn armancên sereke û ji bo hevserokatiya nû Emîne Rûken Akça û Kerem Gok hatin hilbijartin.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ku mezintirîn saziya Kurdistanî ya li Elmanyayê ye, 3’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongreya ku li bajarê Bergîsch Gladbachê hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî hat kirin ku 23’ê Kanûna 2022’an di êrîşa Parîsê de hatibû qetilkirin. Salona konferansê bi wêneyên Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, Firat Danîel û Reyhan Amûde ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin, hate xemiladin.

 400 delege ku 61 meclîs, 23 komîn, 73 saziyên werzîşê û 49 komeleyên girêdayî KON-MED’ê pêk tên, beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axaftina vekirinê kirin.

Zumrut diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke giran de ye û got: “Li gel ku em di vê pêvajoyê de li ber xwe da jî, ev têre nekir. Eger têrker bûya îro Rêbertiya me azad bû. Armanc û îdiaya herî mezin a kongreya me azadiya Rêber Apo ye.”

Zumrut bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jinan û wiha pê de çû: “Em ê têkoşîna Evîn Goyî bidomînin, tola wê rakin. Em nêzîkatiya Elmayayê ya li hemberî Kurdan dizanin; di çarçoveya qedexeya PKK’ê de zext li Kurdan hat kirin. Em ê ji bo rakirina qedexeyê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Nûnerê PJAK’ê Îbrahîm Alapûr mafê axaftinê girt û der barê pirsgirêk û têkoşîna gelê Kurd a li Îranê agahî dan û got: “Jin, jiyan, azadî, felsefeya Rêber Apo ye. Têkoşîna ku jinên Kurd ku bi vê felsefeyê re li Rojhilat dane, îro li aliyê hemû cîhanê ve hatiye qebûlkirin.”

Piştî axaftinan rapora karê 2 salan hate xwendin. Di vê beşê de delege û beşdaran mafê axaftinê girti û nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Her wiha ji aliyê KON-MED’ê ve ji bo sazî û kesên ku di qadên cuda de dixebitin, xelatên serketinê hatin dayîn.

Piştî merasîma xelatdayînê, bi dengdayînê Emîne Rûken Akça û Kerem Gok ji bo hevserokatiya KON-MED’ê hatin hilbijartin. Hevserokan axaftineke kurt a spasiyê kirin. Emîne Ruken Akça got, “Hevalên me em layiqî berpirsyariyeke wiha dîtin. Em ji bo bibin layiqî vê berpirsyariyê bixebitin. Em ê pêşniyar û rexneyên ku di vê kongreyê de hatine kirin, berçav bigirin û xebatên xwe bidomînin.”

Kerem Gok jî anî ziman ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û wiha got: “Herêm û dewletên kapîtalîst di şexsê Tevgera Azadiyê de êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin. Em spasiya hevalên xwe dikin ku di pêvajoyeke wiha de em layiqî vê berpirsyariyê dîtine. Em ê bibin layiqî Rêber Apo û bîranîna şehîdan.”

 

Pêşniyazên ji bo kongreyê

 

Hin ji pêşniyazên li kongreyê hatin erêkirin ev in: 

 

* KON-MED, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêber APO, wekî ewlehî û azadiya gelê Kurd li her çar parçeyan û li derveyî welêt dibîne, û xebatên di vê hêlê de dike rojeva xwe ya sereke.

* Piştevaniya federasyonbûna demokratîk a li Rojava û Bakurê Sûriye yê. Nasîn, nasandin û avakirina vê pergalê ya di qada navneteweyî de wekî qada xebatê ya sereke were dîyarkirin.

* Li alîyê hewcedariyên gelê Kurd a li Elmanya yê de, di asta herêmî, federal, eyalet û hwd. tevlibûna Kurdan a sazî û rêxistinan de teşwîq û piştgiriyê dide.

* Daxwaza rakirina qedexeya li ser tevgera Azadîya Kurd e, ku parêzvanê hemû nasname û baweriyên a Rojhilata Navîn de ye dike. 

* Hewildan û xebatên ji bo qebûlkirina nasnameya Kurdî ji hêla dewleta Elman ve didomîne. Ji bo pejirandina hînkirina zimanê Kurdî li hemî dibistanên li seranserê Elmanyayê xwe ji berpirsiyar dibîne. Kampanyayên lazim wê bên birêvebirin.

* Ji bo ku ciwanan xwe di her qadê de bi rexistin û çalak bikin hemî derfet were seferber kirin.

* Hemî NCDK pergala endam û mehaneyê wekî xebata bingehîn dibînin, li ser vî bingehî hejmara endamên pêkhateyên KON-MED' ê herî kêm 50 hezar be. 

 

BERGISCH GLADBACH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.