23’ê Tîrmehê li meydanan in

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • KON-MED’ê cih û saetên çalakiyên 23’ê Tîrmehê eşkere kir û bang li Kurdan û dostên wan kir ku dakevin qadan.

KON-MED’ê cih û saetên çalakiyên 23’ê Tîrmehê eşkere kir û bang li Kurdan û dostên wan kir ku dakevin qadan.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya li Elmanyayê (KON-MED) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Dewleta Tirk a faşîst di salvegera Peymana Lozanê de bi alîkariya NATO’yê bi gotina Mîsak-î Millî dixwaze ji Heleb heta Mûsil-Kerkûkê ji nû ve Kurdistanê dagir bike. Bi mehan e li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayên Azadiyê dike. Êrişî gelê Kurd ê Êzîdî dike, bi dagirkirina Rojava û ji nû ve vejandina terora DAIŞ’ê dixwaze tevahiya mirovahiyê tehdîd bike.

Di salvegera 10’an a Şoreşa Rojava de, divê hikûmeta federal a Elman tavilê li dijî rejîma Erdogan helwêstê nîşan bide û piştgirî û hevkariya xwe ya di şerê qirkirina gelê Kurdistanê de bi dawî bike! Divê Elmanya di zûtirîn demê de qedexeya PKK’ê rake û dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd bîne.

Em bang li gelên li Elmanyayê dikin da ku li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê û polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn xwedî li Rojava derkevin û bi me re bibin yek. Werin em bi hev re dengê xwe yê aştiyê bilind bikin!

Em bang li gelê xwe, li dostên xwe yên şoreşger-demokratîk dikin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin ser piyan û xwedî li meşên 23’ê Tîrmehê derkevin.”

Cih û saetên çalakiyan

KON-MED'ê plansaziya meş û çalakiya jî parve kir:

Dusseldorf: Li ber DGB Haus, saet 14:00'an

Frankfurt: Li ber Gara Navendî ya Trênan HBF, saet 15:00'an

Dresden: Li Alauenparkê, saet 11:00'an

Berlîn: Li Gesundbrunnenê, saet 18:00'an

Hamburg, Li ber Gara navendî ya Trênan HBF, saet 15:30'î

Kiel: Li ber Gara Navendî ya Trênan HBF, saet 16:00'an

Oldenburg: Li ber Gara Navendî ya Trênan HBF, saet 17:00'an

Hannover: Li ber Gara Navendî ya Trênan HBF, saet 14:00'an

Bremen: Li ber Gara Navendî ya Trênan HBF, saet 16:00'an

Stuttgart: Li Lautenschlager Str., saet 14:30'î

Freiburg:  Li Am Stuhlinger Kirchplatz, saet 18:00'an

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.