Protesoyên li dijî kîmyabaranê
Pêncşem 28 Cotmeh 2021 - 23:04
- (KON-MED) : "Dewleta Tirk a faşîst qirker li pêş çavên tevahiya cîhanê bi polîtîkayên qirkirinê Kurdsitanê dagir dike û li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne."
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk a faşîst qirker li pêş çavên tevahiya cîhanê bi polîtîkayên qirkirinê Kurdsitanê dagir dike û li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne."
Li ser navê civaka Kurd a li Elmanyayê hate xwestin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bê kirin û bang li Hikûmeta Federal a Elman, Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo berjewendiyên aborî, xwe li van sûcên li dijî mirovahiyê kerr û kor nekin.
KON-MED'ê diyar kir ku ew ê li gelek bajarên Elmanyayê bi vê armancê di 30'ê Cotmehê de çalakiyan bikin û bang li Kurdistaniyan û dijberên şer ên li Elmanyayê kir da ku bi ruhê seferberiyê tevlî van çalakiyan bibin.
Bernameya çalakiyan wiha ye:
FRANKFURT: Li HBF (Meşa navendî ya federasyonê), saet 15:00´an dest pê dike
SAARBRUCKEN: Li Europa-Galerie, saet 15:00´an dest pê dike
BERLÎN: Li Branderburger Tor, saet 15:00´an dest pê dike
HANNOVER: Li Opern Platz, saet 14:00´an dest pê dike
HAMBURG: Li Ganzemarkt, saet 15:00´an dest pê dike
KASSEL: Li Konigs Platz, saet 15:00´an dest pê dike
OLDENBURG: Li Bahnhofê, saet 14:30´î dest pê dike
HEILBRONN: Li Hafenmarkê, saet 15:00´an dest pê dike
FREIBURG: Li Platz der alten Synagog, saet 16:00´an dest pê dike
STUTTGART: Li Lautenschlagerstr., saet 15:30´î dest pê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN