Ji rêzesemînerên ku dê di komxebata Rojava ya 3’yan de werin dayîn, şêwekar Munîr Şêxê semînerek bi sernavê "Xwendina rexne di tecrûbeya hunermend Zuhêr Hesîb de" da.
Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê bi sernavê "Xwendina rexne di tecrûbeya hunermend Zuhêr Hesîb de" semînerek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişlo da. Semîner bi beşdariya gelek pêşengên komxebata Rojava ya 3’yan ya Hunerê Şêwekariyê, serdevanên pêşangehê û hin dostên hunermend Zuhêr Hesîb hate dayîn.
Şêwekar Zuhêr Hesîb sala 1960'î li Hesekê ji dayik bûye, 1985’an beşa wênegeriyê ya fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şamê bi dawî kiriye. Ew di tevahî tabloyên xwe de nirxên xweşikbûn, aştî û hesreta azadiyê îfade dike.
Endamê komîteya amadekar a Komxebata Rojava ya 3’yan a Hunerê Şêwekariyê Munîr Şêxê semîner da, tê de bal kişand ser xebatên hunerî yên Zuhêr Hesîb pê rabûye. Wî da zanîn ku hunermend Zuhêr Hesîb bi awayekî baş bi rêya destan û efsaneyên Kurd ên kevn û bikaranîna wan bi rêbazekî şêwekariyê yê nû û teknîka nûjen ev mîras parastiye.
ANHA/QAMIŞLO