Di salên dawî de tevgera çand û hunerê li herêma Firatê geş bû. Di vê çarçoveyê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Ji wan Mîhrîcana Şanoyê ya "Arîn Biskên Aştiyê ", Mîhrîcana Kobanê ya Wêjeyî û gelek çalakiyên din ku bi pêşengiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê hatin organîzekirin.
Hunerê bikin bihara dilan
Di 10’ê Gulanê de jî 4’emîn Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê bi dirûşma " Bi hev re em hunerê bikin bihara dilan" li bajarê Kobanê dest pê dike. Komxebat wê 16’ê Gulanê bi dawî bibe. Ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê zêdetir 40 şêwekarên ku karên wan ji aliyê komîteyek hunerî ve hatine nirxandin û hilbijartin wê beşdarî komxebatê bibin.
Komxebat ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê ve û bi sponseriya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê birêxistinkirin. Armanc ji vê komxebatê ew e ku mohreke nû li tevgera hunerî ya li Kobanê bide û berhemên şêwekarên herêmî nîşanî derve bikin.
Piştî komxebat li Kobanê bi dawî bibe, wê 18’ê Gulanê heta 20’ê Gulanê pêşangeha şêwekariyê li bajarê Qamişloyê were vekirin.
Rîşa we çeka we be
Derbarê girîngî û rola hunerê de, hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Dijwar Meşîd got:"Huner bingehê serketina şoreşan e. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşekê ji hemû aliyan ve dimeşînin. Huner çeka herî girîng a serxistina şoreşa me ye. Ji ber vê yekê em hewl didin hunera herêmê pêş bixin."
Dijwar Meşîd bang li şêwkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got;"Bila rîşa we çeka we be. Em ji berxwedana efsanewî ya ku gelên herêmê raber kiriye tabloyeke hunerî xêz bikin ku di dîrokî de zindî bimîne."
NAVENDA NÛÇEYAN