• Peykersazê Fransî Gregoire Scalabre ji bo karibe vî peykerê ji vazoyan pêk tê, çêke 70.000 vazo bikaranîne.

Peykersazê Fransî Gregoire Scalabre ji bo karibe vî peykerê ji vazoyan pêk tê, çêke 70.000 vazo bikaranîne. Wî ev peykerê vazoyan ji bo periya bahrê Thetis a Yewnanî çêkiriye û ji bo vî karê xwe çend mehan xebitiye. Dema mirov li peykerê wî dinihêre çawa ku peyker di nav tevgerekê de be tê xuyanê û bala mirov dikişîne ser xwe. 

Gregoire Scalabre navê peykerê xwe yê ji vazoyên seramîk kiriye “Metamorfozên dawî yên Thetis” û ev xebata wî li Venedîkê di pêşangehê de hatiye nîşandan. Gregoire Scalabre dibêje, di mîtolojiya Yewnan de periya bi navê Thetis, xwedî hêzên efsûnî ye. Her wiha ew dikare bikeve gelek dirûvên ji hev cihê jî. Ew dikare li pey hev bibe agir, ba, dar, çûk yan jî piling, şêr, mar û masî. Scalabre bi van vazoyan xwestiye guherîna dawî ya Thetis vebêje.

Gregoire Scalabre bi vazoyên seramîk ên piçûk karekî bêhempa derxistiye holê. Bi rengê spî û kesk xwestiye bi mîtolojiyê re girêdanekê çêke û ji bo vê yekê jî bi hezaran vazoyên seramîk yên piçûk boyax kirine. Scalabre beriya ku peykerê xwe çêke zêde li ser nefikiriye û bi awayekî jixweber xebitiye. Di vî karê wî de hest û hizir bêhtir li pêş in. Ji lewma, ew vî karê xwe wiha bi nav dike, “Kompozîsyoneke azad ya ku li gorî hin qalibên hazir nehatiye amadekirin.”

VENEDÎK