Komîna Sînema ya Avrîn

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Tebax 2024 - 00:22

Komîna Sînema ya Avrîn a çand û hunerê yek ji wan saziyan e ku beriya salek ji dagirkirinê hatibû damezrandin û di warê çand û hunera Kurdî de ciwanên Efrînê pêş dixist. Bi dagirkeriyê re kadroyên komînê belav bibûn. Piştî koçberiya xelkên Efrînê Komîna Sînema Avrîn di heman sala koçberiyê de careke din kadroyên xwe ava kir û çalak bû. Endama Komîna Sînema Avrîn Zîlan Silêman derbarê xebatan de axivî û got:“Ji bo karê ku me li Efrînê berdevam dikir me carekî din komîna sînemayê ava kir. Me dewreyên perwerdeyê ji bo piştgiriya behreyên sînemayî û pêşxistina wan vekir. Li ser vê bingehê endamên nû beşdarî komînê bûn. Li ser vê bingehê gelek belgefîlm û rêzefîlm hatin çêkirin ku bi riya wan bal hat kişandin ser mijarên cuda mîna koçberî û dagirkirina Efrînê.” 

Mîhrîcana Leylûn deng veda

Piştî serkeftinên Komîna Sînema Avrîn desteya Çand û hunerê û komîna Sînema Avrîn di sala 2020’an de mîhrîcana Leylûn ya sînemayê bi beşdariya hejmarek derhênerên xwecihî û cîhanî di bin dirûşmeya "Gulek bi tenê parkekê çênake" birêxistin kirin. Zîlan Silêman der barê mîhrîcanê de ev tişt got:"Mihrîcana Leylûn dengek mezin veda. Gelek qenalan şopand û mêvanên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewletên Ewropayê û Erebî lê beşdar bûn û piştgiriya vê mihrîcanê kirin ji ber vê ev mîhrîcan ji bo Komîna Sînema Avrîn gavekî mezin bû.”

Her serketin israreke nû ye

Zîlan Silêman der barê projeyên ku Komîna Sînema Avrîn di pêşerojê de derxîne holê kir wiha pçl da gotinê xwe: “Fîlmên ku me li ser kar kirine dê ne yên dawîn bin ji ber her serkeftinek bi xwe re îsrareke nû tîne. Ji bo azarên xwe û dîroka xwe derxin holê em ê her kar bikin ji ber wê  em li ser fîlmekî kin bi navê "Kulîçe" kar dikin. Fîlm behsa cureyên şêraniyê yên di cejnan de li cem Efrîniyan tê amadekirin dike. Rêzefîlmek bi navê "Çirûskek" jî tê amadekirin ji 10 xelekan pêk tê. Ji hemû aliyan ve rêzefîlm tê amadekirin.”

Zîlan Silêman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mîna mihrîcana Kobanê û Filistînê fîlmên me di gelek mihrîcanan de hatin pêşkêşkirin. Fîlmê "Karwan" li mihrîcana Filistînê xelata baştirîn fîlmê vegerê wergirt.” Derbarê rola jinan di warê sînemayê de jî Zîlan Silêman got:"Jin bi serkeftinên xwe, bi beşdarbûna xwe di hemû kar û fîlmên sînemayê de û heta festîvalan jî roleke mezin di warê sînemayê de digirin. Li Şehbayê hatina me ya gel hev dihêle ku em çanda xwe biparêzidin, zêdetir xwedî li xebatên xwe derkevinû em êşa xwe zêdetir bikaribin bi raya giştî re parvebikin. Heta em vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin."

NÛJINHA/RAPERÎN BEKIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.