Komên şanoya zarokan tên avakirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Sibat 2023 - 02:35

NÛJIYAN ADAR/ANF/DÊRIK

 

Rojava piştî şoreşê ji aboriyê heta tenduristiyê, ji ekolojiyê heta perwerdeyê bi pêş ket, bi xebatên xwe yên Çand û Hunerî meydanên ku civak tê de xwe îfade bike û çanda xwe biparêze ava kirin. Ev zêdeyî 4 salan e ku ji bo teşwîqkirina zarokan di warên hunerî de gelek proje hatine meşandin. Yek ji wan jî koma şanoyê ya zarokana bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê ye.

Armanca projeyê ew e ku zarokên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê şanoyê de perwerde bike. Projeyê li Dêrika Hemko dest pê kir. Li Rimêlan, Kobanê, Hesekê û Tirbespiyê wê bi hevkariya Saziya Malbatên Şehîdan, Hîlala Zêrîn û Komîteya Zarokan a Şîlêr li hemû bajaran çalakiya hunerî bê lidarxistin.

 

Projeya koma şanoya zarokan pêk tê

Projeya Koma Şanoya Zarokan ku ji zarokên şehîdan heta bi zarokên ji ber dagirkeriya li herêmê di kampan de dijîn, di nav xwe de dihewîne, armanc dike ku pêşî li wêrankariya şer bigire. Di projeya Çand û Huner de ku zarokên Ereb ên li herêmên rizgarkirî yên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê jî wê di warê şanoyê  perwerde bibin, her zarokek bi çand û zimanê xwe wê di şanoyê de rola xwe bike. 

 

Proje wê 3 mehan de biqede

Endama Şanoya Çiya, Ekîn Ronî got, heta havîna sala 2023’yan proje bidawî bibe û piştî perwerdeya şanoyê û senaryoyê biqedin, festîvaleke mezin a zarokan wê bê lidarxistin: “Di perwerdeyên me de çîrokên ku çanda Kurd û Ereban temsîl dikin, tên xwendin. Ev çîrok weke senaryo têne nivîsandin. Projeya me wê di nav 3 mehan de biqede. Çîrokên kevneşopiyên Kurdan Çûkê Pîrê, Pîrê Rovî, Pîsik û Mişk, Dîk û Qertel wê bi rêya şanoyê bên lîstin. Komên TEV-ÇAND'ê li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê ku weke herêmên rizgarkirî tên zanîn jî hene. Li vir jî wê Ereb bigihêjin hev û çîrokên ku ji çanda Ereban hatine berhevkirin ji aliyê zarokan ve bi senaryo û şanoyê bên lîstin. Her zarok wê çand, ziman û hunerê xwe nîşan bide. Çanda gelan wê bi vî rengî bigihîje nifşên nû.”

 

Sîstema kapîtalîst civakê tine dike

Ekîn Ronî li ser ser girîngiya Çand û Huner got, “Malbatên li herêmê, divê zarokên xwe bişînin navendên çandê û hevkariyê li geşkirina huner bikin. Ji ber ku pergala kapîtalîst civak ber bi tinebûnê ve bir. Sazî û rêxistinên ku bi Şoreşa Rojava hatine avakirin, li dijî vê sîstemê têkoşîneke mezin dimeşînin û civakê ji nû ve ava dikin.”

 

Zarok divê tevlî xebatên çandê bibin

Yek ji rêveberên Navenda Çand û Huner a Dîcleyê Şemal Reşît jî ji bo xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê got, “Piştî şoreşê em ketin nava xebatên hunerê û em pê hisiyan ka em çiqasî ji çanda xwe dûr ketine. Divê nifşên nû wek me mezin nebin. Zarokên me yên ku perwerde dibin, wê piştî demekê nifşên nû perwerde bikin. Çanda gelan wê neyê jibîrkirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.