Klîba “Were Însan” ku beriya demeke kurt derketiye, peyama mirovahiyê dide û bang dike ji bo aştiyê.

Koma Amûdê ku ji 9 kesan pêk tê, strana “Were Însan” derxist. Vîdeoya stranê ji gelek herêmên cuda yên welatên cîhanê, sembolên olî yên cuda, gelên ji olên cuda, nijadan û alên dewletên cuda pêk tê.

Koordînator û muzîkjenê strana “Were Însan” Mûrad Saz dibêje, koma stran pêşkêş kiriye, ji 9 kesan pêk tê û fikra vîdeokilîpê ji belgefilmekê derketiye. Li gorî Murad Saz di vir de xisûsa girîng ew bû ku peyama stranê bigihîje derdorê da ku însan dûrî tundiyê bin.

Li aliyekî din nivîskarê gotinên stranê, Hesen El-Hesen ê ji Amûdê, dibêje, "Em hewl didin stranê belav bikin da ku peyama me ji bo mirovahiyê tevde belav bibe, ne ku ji bo erdnîgariyeke diyar yan jî gelekî diyar. Ey zarok… ey firîşte ka paqijiya dilê we? Ev banga ji mirovahiyê hemûyî re ye ku li pakbûna zarokatiyê vegerin."

ANHA/AMÛDÊ