Koma Agirî agirê şoreşê geş dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 04:07

CEMÎL EBDO/ANF/HELEB

 

Seyîd Bîrhat di sala 1965'an li gundê Şîtka ya Navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî çavê xwe li dinyayê vedike. Di nav malbateke feqîr de mezin dibe. Di 13 saliya xwe de pê dihese ku kêfa wî ji muzîk û stranên Kurdî re tê. Ji ber wê hewil dide ku tenbûrekê ji xwe re peyda bike, lê ji ber rewşa aborî ya ne baş bi destê xwe bi sac û textekî tenbûrekê çêdike. Piştre diçe cem kesên pisporên saz û tembûrê û xwe hînî lêdana tembûrê dike. 

Bîrhat piştî ku kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê dagirkirin berê xwe dide Şehbayê û ji wir tê Helebê û niha jî di nav navenda Çand û Huner a Cemîl Horo de dixebite.

Seyîd Bîrhat di destpêka axaftina xwe de got “Dema ez 13 salî bûm min hîs kir ku kêfa min ji stran û muzîka Kurdî re tê. Ji ber ku di wan deman de rewşa malbatê ya aborî ne baş bû, min nikarî ji xwe re tenbûrekê peyda bikim, ji ber wê min bi destê xwe tenbûr çêkir. Bi sac û text û têlan min karî tenbûrekê ji xwe re çêbikim û li ser perwerde bibim. Piştre rejîma Sûriyeyê ez birim leşkeriyê. Piştî ku ji leşkeriyê vegeriyam, min PKK nas kir û li gorî wê min dest bi xebatên siyasî kir. Ji ber ku dengê min xweş bû, min di dawetan de dengê şoreşê derdixist pêş. Piştî wê me xwest komeke hunerî ava bikin. Me koma Agirî di sala 1987'an de bi awayekî fermî ava kir, di wê demê de ji ber zehmetiyên rejîmê her endamek ji derekê hat."

 

Şoreşa Agirî nav li komê dike

Bîrhat wiha dewam kir û got "Navê Koma Agirî ji şoreşa Îhsan Nûrî Paşa yê li Agiriyê hat stendin. Li gorî wê Koma Agirî her sal xwe pêş dixist û di sala 1988'an kaseteke fermî ya koma Agirî hate tomarkirin. Bi demê re Koma Agirî berfireh bû û gelek beş di nav xwe de dihewand. Gihişt asta ku 7 beş di nav Koma Agirî de cihê xwe di nav de bigire û xebatê bike."

Bîrhat bi bîr xist ku, di wan deman de diçûn dawetan da ku rihê şoreşê di nav hemû pêkhateyan de belav bikin û biteysînin. Her wiha bi demê re diçûn Newrozên Şam, Libnan û Lazqiyê li gorî wê jî Koma Agirî bûbû weke saziyekê ku her kesek hezkiriya hunera Kurdî bû, cihê xwe di nav wê komê de digirt.

 

Saziyeke şoreşê bû

Bîrhat bal kişand ser rol û misyona ku koma Agirî pê radibû û got "Ji ber heyecan û morala ku Koma Agirî di hemû şahî û Newrozan çêdikir her kesî dixwast berê xwe bide komê, lê dema dihatin dizanîn ku dengê wan ji stran gotinê re nabe, berê xwe didan nav refên gerîlayên azadiyê. Bi vî rengî bi sedan kesan berê xwe dan çiyayên azad her wiha gelek endamên Koma Agirî jî şehîd bûn. Heval Celal, Berçem û Ednan û gelek hevalên din şehîd bûn. 

 

Piştî salên 2009’an dîsa xwe nû dike

Seyîd Bîrhat di berdewamiya axaftina xwe diyar kir ku, piştî salên 2000'î li beramberî doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, asta siyasetên qirkirinê û îmhayê zêde bû û got  “Ji bo pêkanîna provayan jî me gelek zehmetî derbas dikir. Ji ber vê xebatên Koma Agirê lawaz bû. Bi tenê di Newrozan de em karibûn derkevin ser dikê. Heta sala 2009’an wisa bû. Piştî wê Koma Agirî dîsa xwe nû kir û geş bû.”

Seyîd Bîrhat da zanîn ku bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, li kêleka wê bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re gelek koçberî di nav endamên kevin yên Koma Agirî û hemû endamên xebatên çand û hunerê de çêbû. Ji ber wê gelek endamên xebatên çand û hunerê di dema şerê Şêxmeqsûdê berê xwe dan herêma Efrînê li wir dîsa ji nû ve me Koma Agirî li Efrînê ava kir. Bi vî rengî heta sala 2018'an vê komê karê xwe meşand. Lê piştî koçberiya xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve li wir jî dîsa Koma Agirî çalak bû û karê xwe bi rêve bir.

Di dawiyê de Seyîd Bîrhat got “Niha em dîsa li Helebê di nav xebatên çand û hunerê de cih digirin. Em bi hemû enerjiya xwe xebatê didin meşandin. Em ê ruhê berê yê şoreşgertiyê vegerînin û agirê şoreşa xwe geş û bilind bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.