Koln bi Jin jiyan azad hejiya

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 30 Çile 2023 - 02:32

FIRAZ BARAN/KOLN

 

Li bajarê Elmanya Kolnê, dawiya hefteyê piştgiriya bi ´Şoreşa Jin jiyan azadî´ re hebû. Qederê 2 hezar kesî ji Belçîka, Holanda û Elmanyayê tevlî mîtîngê bûn.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Komeleya Jinên azad a Rojhilat (KJAR) û ji gelek welatên Ewrûpayê 15 rêxistinên jinan ên Îranê û yên çepgir destek dan çalakiyê. Mîtîng li Meydana Neumarkt a Kolnê hat lidarxistin. Gelek jinên ji rojhilatê Kurdistanê, jinên Azerî, Fars, Belûcî û Ereb jî tevlî çalakiyê bûn. Yanî di çalakiya li Kolnê de bi gotina xwepêşanderekê, “Tevahiya rengên muxalif ên Kurdistan û Îranê” li wir bûn. Bi vê yekê wê bal dibir ser hewldana partiya şah a desteserkirina şoreşê li Îranê.

Di Mîtîngê de nûnera KJAR´ê Meryem Fetî got, ew zextên dewleta Îranê yên li dijî jin, bindest û hindikahiyên dînî protesto dikin û wiha peyivî: “Em li vir in, da ku em destekê bidin Kurdistan, Belûcistan, girtiyên siyasî yên di zindanan de, femînîstên di bin zor û zextê de. Em ê li her derê tevî jin û ciwanan li dijî rejîmê li ser piyan bin. Em ê dengê xwe bilind bikin û em ê bixebitin.”

Piştre li ser navê çepgirên Elman, nûnerên jinên Efxan peyamên piştgiriyê hatin dayîn. Çepgirên Elman bal birin ser krîmînalîzekirina rêxistinên şoreşger û got, “Em ê li dijî sîstema kapîtalîst, faşîzm, nijadperestî û çîna desthilat bi hev re têbikoşin.

 

Jiyaneke azad ji bo her kesî

Piştî stranên Kurdî û Farsî, meşê dest pê kir. Ciwanekî Belûcî yê li pêşiya meşê ji min re got, “Em di nava azadiyê de yekîtiyê dixwazin. Belûc, Kurd, Fars, Azerî; em doza jiyaneke azad dikin.”

Di meşê de her tevger bi alaya xwe beşdar bû. Ez çûm nav Erebên Ehwaz. Casim ê temen mezin, yek ji wan Erebên Îranê ye. Wî got, “Em bi tevahiya rengên wê azadiyê li Îranê dixwazin.” 

 

Ji bo tevahiya Kurdistanl diçe çalakiyan

Di çalakiyê de ciwana ji Sine, Zîlan ji Belçîkayê hatibû. Wê got, “Li Sineyê hevalên min hemû daketibûn kolanan. Xemek welê ketiye dilê min. Ez li wir bûma, ez ê jî daketam kolanan. Ji ber wê ez li Ewrûpayê tevlî çalakiyên ji bo çar parçeyên Kurdistanê dibim.”

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.