Karkerên jîngehparêziyê yên li bajarokê Çoman ê li sînorê Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji ber nedayîna mûçeyên wan ji aliyê şirketa ‘Papa Grûb’ ku ji bo karê rakirina gelaş û qirêjiyê ji aliyê hikûmeta Herêmê ve hatiye erkdarkirin, heftiyeke boykota kar ragihandine. Şaredarî jî bajar paqij nake û ji ber vê yekê, di kolanan de gelaş û qirêjî serhev kombûne ku dîmen û bêhnek nexweş ketiye herêmê.
Tehdîn Mistefa di derbarê mijarê de axivî û got:“Em bang li hikûmeta Herêmê dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin û mûçeyên karmendên jîngehparêziyê bidin. Her wiha sînor ji metirsiya pîsbûna jîngehê rizgarbikin.”
Şirketa Papa Grûb 12 salin berpirsyartiya komkirina gelaşên li îdareya Soran û bajarokên wê girtiye ser xwe. Hikûmeta Herêmê her meh milyarek û 380 milyon dînar dide şirketê. Di şirketê de hezar û 280 karmend kardikin. Her wiha rojane li sînorê bajarokê Çoman, şaredariya Simîlan, Qesrê, Hacî Omeran û Gelale zêdetirî 20 ton gelaş tê komkirin.
Rojnews li pey vê mijarê ket û derket holê ku karmendên jîngehparêziyê mûçeyê 8 mehan negirtine. Ew jî wek helwesteke li dijî desteserkirina mafên wan, dest bi boykota kar kirine. Heftiyeke li herêmê gelaş û qirêjiyê kom nakin.
ROJNEWS/ÇOMAN