- Ji bo bextewariyê kokeshi li Japonyayê belav bûne. Îro 12 stîlên çêkirina van bûkikên darî yên fermî qebûlbûyî hene. Yek ji van stîlan Hijori ye û tenê hosteyek wan çêdike. Li muzeya wan jî îro 5 hezar û 500 nimûne û çîrokên wan hen.
Şerekî mezin ê malwêran, û du rojên ji dîmenn axirzemanê, dawiya Şerê Cîhanê yê Diduyî bû li Japonyayê. “Çanda Kawaii” wek çandeke popule di nav jiyana xelkê welêt de piştî vî şerî dest pê dike û belav dibe. Çanda Kawaii çandeke berfireh e. Ji cil û bergan, mode, pêlîstok, şahî, xwarin û vexwarinê heta bi tevger û nêzîkatiyên însanan, îşaret bi tiştên xwînşîrin dike. Koka wê li hezkirina Japonan a ji fîgûrên piçûk û şîrin vedigere, heta salên 1800´yî; em behsa serdema “Dema Edo”. Di dawiya “Dema Edo” de Kokeshi yanî bûkên pitikî yên darîn yên piçûk, dihatin çêkirin, pîşekaran. Kokeshi, rêûresmeke kevn a Japonan e û îro jî di zargotina Japonan de wek îkon û sembolên navdar tên zanîn.
Kokeshi çi ye?
Kokeshi (Kokeşî), bûkên pitikî yên darîn ên piçûk in. Ev bûkikên hanê bi destan tên çêkirin û wek pêlîstokan tên firotin. Hunerê Kokeshi, ji germavên herêma Tohoku ya Japonya ye. Cara ewil li vê herêmê pîşekaran ji bo kêfa zarokên xwe bînin, bi formên piçûk yên darîn ev huner bi pêş xistin. Di dîroka Japoniyan de “Dema Edo” (1603-1868) ji bo huner demeke girîng e. Hingê Japonya deriyên xwe li dinyayê girtine û di hêla çand û huner de tiştên nû afirandine. Dema Edo, weke dema pêşîn a nûjen a Japoniyan tê binavkirin. Hunerê Kokeshi jî di vê demê de pêş dikeve. Pîşekarên herêma Tohoku van bûkikên dirêj yên bê mil û ling, û sermezin, hino hino ji formên besît derxisitn û ew boyax kirin. Awir û rûyê wan û her wiha rengê wan bi demê re guherî. Bi demê re kîmono jî li wan kirin û xelkê li her derî hez ji wan kir.
Li herêma Tohoku, bajarên Aomori, Akita, Iwate, Miyagi, Yamagata û Fukushima bi hunerê Kokeshi re mijûl bûne. Her bajar xwedî stîleke cuda ye û li gorî bajaran taybetmendiyên Kokeshiyan diguherin. Ji bo çêkirin û xemlandina wan her bajar rêbazeke cihê bi kar tîne û stîlên wan naşibin hev.
Di salên 1860´yî de gava “Dema Edo” bi dawî dibe, li Japonya piştre “Dema Meijî” dest pê dike. Bi destpêka dema Meijî re tûrîst ji bo herin germavên xwezayî berê xwe didin herêma Tohoku. Hosteyên çanda Kokeshi keysa xwe lê anîn ku van bûkikên xwe yên şîrîn wek diyarî bifiroşin tûrîstan. Bi vî rengî Kokeshi li dinyayê jî belav bûn. Koleksiyoneran ji Kokeshi pirr hez kir û ew berhev kirin.
Pitikên Kokeshi çawa tên çêkirin?
Ji bo hunerê Kokeshi divê hin afirînerî ji malbatê dest pê bikin. Rêûresmeke malbat vî hunerî fêrî zarokên xwe bike, divê hebe. Zarokên hosteyên Kokeshi li ber destên wan kar dikin û bi rêbaza hoste û şagirt karên xwe dibin serî. Zarok yan jî şagirtên van hosteyan, li ber destên dê û bavên xwe hîn dibin. Ji ber ku hunerekî kevnar û zindî ye her diçe jin jî xwe li çêkirina Kokeshi diceribînin û ew jî fêrî vî hunerî dibin. Hunermendên nûgiha, her tiştî li ber destên hosteyên Kokeshi hîn dibin.
Hostekarên Kokeshi, ji amadekirina daran heta bi cîlakirin û biriqandina wan, bi her qonaxa vî karî re mijûl dibin. Bûkikên Kokeshi yên şîrîn bêtir ji darên gilyas û helhelokê tên çêkirin. Hoste van daran li ser torneya bi destan diqewêrin û teşe didine wan heya li ev formên Kokeshi derdikevin holê. Hosteyan alavên xwe çêkirine û hemû jî taybet in. Piştî ku formên Kakashi derdikevin holê, hoste wan bi firçeyên nerm yên ji pirtikan bi baldarî boyax dikin û dixemilînin. Hosteyên kokeshiyan ji bo rû û laşê pitikan xêz bikin hibra reş, sor û şîn bi kar tînin. Herî dawî jî ji bo ev pitik temam bibin şimayê bi kar tînin.
Cureyên kokeshiyan
12 stîl yanî cureyên kokeshiyan hene: Hijiori, Kijiyama, Nakanosawa, Nanbu, Naruko, Sakunami, Togatta, Tsuchiyu, Tsugaru, Yajiro, Yamagata û Zao. Her yek xwedî form, reng û motîfên cihê ye. Stîla herî navdar “Naruko Kokeshi” ya li herêma “Naruko Onsen” ya bajarê Miyagî ye. Ev stîl li çiyê, ji hêla 50 hosteyan ve tên çêkirin. Taybetmendiya wan a berbiçav ew ku gava mirov serê wan dizîvirîne, deng derdixin. Lêvên wan bi rengên sor tên boyax kirin û porên wan jî wek desteyan tên xêz kirin. Xwedî milên tekûz in, laşên wan hinekî gilover û bi kulîlkên krîzantemê ku navê vê formê “Kasanegiku” ye hatine xemilandin.
Kokeshiyên herî kêm tên dîtin, yên “Hijiorî” ne. Navê xwe ji herêma “Hijiorî Onsen” digirin. Ev herêm bi ser bajarê Yamagata ve ye. Tenê hosteyek wan çêdike. Pitikên Hijiorî, taybetmendiya wan ew e ku ew bextewar in û çavên wan li ken in. Birû, poz û lêvên wan bi boyaxa sor hatine boyaxkirin. Laşên wan jî bi kulîlkên krîzantemê hatine xemilandin. Rengê zer ji bo pişta wan tê bikaranîn û carinan jî pelên daran jî bi kar tînin ji bo bûkikên Hijiorî.
Li herêma “Nakanosawa Onsen” ya Fukushima, Kokeshi’yên bi navê “Nakanosawa Kokeshi” hene. Binçavên wan bi rengên avorî û pemba hatine boyaxkirin û firnikên pozê wan fireh in di sala 2018’an de bi awayekî fermî wek stîla 12’an hat diyarkirin. Taybetmendiyeke wan ya din jî gulên mezin yên vekirî yên li ser wan in.
Muzeya Kokeshi ya Miyagi Zao
Li dinyayê koleksiyona herî mezin ya Kokeshiyan li “Muzeya Kokeshi ya Miyagi Zao” ye. Ev muze di bin quntara “Çiyayê Zao” yê bajarê Miyagî de ye. Hosteyên navdar ên Kokeshiyan, bûkikên ku stîlên wan êdî nayên dîtin, dane vê muzeyê. Di muzeyê de qederê 5.500 hezar stîl û mînakên kokeshiyan hene.
Kesên diçin serdana muzeyê, dibin heyranê van bûkikan. Her nimûneyek jî xwedî çîrokeke cihê û formeke cuda ye. Li muzeyê ji bo şagirt hînî vî karî bibin, studyoyek jî heye. Kesên bixwazin dikarin pêvajoya çêkirina kokeshiyan bişopînin.
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, bi navê “Creative Kokeshi” cureyekî din jî derket holê. Lê ev stîl ji rêûresmên berê yên Kokeshi dûr in, ew jî ji darî ne, lê bêtir bi cil û bergên Rojavayî tên xemilandin, zêde rengîn in û stîla porên wan jî cuda ye.
NAVENDA NÛÇEYAN