‘Kobanê’ li Silêmaniyê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Çile 2023 - 02:01

Filmê ‘Kobanê’ ku serpêhatiya ruhê berxwedana serketinê ya 134 rojan a şervanên Kurd ya li Kobanê vedibêje, li Silêmaniyê hat nîşandan.

Film êvarê li Sînemaya Salim a Silêmaniyê bi amadebûna gelek kesayet û welatiyên bajêr, hat nîşandan.

Filmê Kobanê, bi derhêneriya Ozlem Yaşar ji aliyê Komîna Film a Rojava û TEV-ÇAND’ê ve, li Kobanê hate çêkirin.

Di filmê Kobanê de 200 şervan, welatparêz û kesên înternasyonalîst rol kirine. Tevahiya sahneyên filmî li Kobanê hatine girtin. Cara yekem jî di 20’ê Îlona 2022’yan de li Kobanê film hatibû nîşandan.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.