• Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn de, Koma Şehîd Vejîn a jinên ciwan ên Germiyanê, klîpek çêkir.

Koma Şehîd Vejîn a ji jinên ciwan ên hunermend, strana Hozan Serhed a bi navê ‘Mizgîna Leheng’ kir klîp û pêşkêşî Şehîd Mizgîn kir.

Doh 29 sal di ser şehadeta hunermend Şehîd Mizgîn re derbas bûn. Di salvegera şehadeta wê de, Koma Şehîd Vejîn a jinên ciwan ên Germiyanê, klîpek çêkir. Komê strana Şehîd Hozan Serhed a bi navê ‘Mizgîna Leheng’ kir klîp û bi dirûşmeya ‘Bi deng û rengê hunerê te, şopdarê rêbaza te ne’ pêşkêşî Şehîd Mizgîn kirin.

Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) sala 1962’yan li Êlihê ji dayîk dibe. Şehîd Mizgîn sala 1980’yî bi helbestên xwe yên şoreşgerî û Kurdî tê naskirin.
Hozan Mizgîn di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, têkoşînê dike. Sala 1991’ê diçe herêma Xerza, û 11’ê Gulana sala 1992’yan li Tetwanê di encama serdegirtina malekê de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Ew yekemîn fermandara jin a di nav gerîlayên Kurdistanê de bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN