Klingbeil qasidiya Scholz kir 

Nûçeyên Forum

În 24 Adar 2023 - 03:42

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

 

Serokê partiya desthilatê ya Elmanyayê SPD (Partiya Sosyal Demokrat a Elman) Lars Klingbeil çû Tirkiyê. SPD şirîkê mezin ê koalîsyona niha ye û partiya serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz e jî. Tevî ku Lars Klingbeil weke serokê SPD´ê çû Elmanyayê, hem hevdîtinên wî û hem jî daxuyaniyên wî yên dema serdanê û piştî serdanê nîşan didin ku ew li ser navê hikûmetê bi aliyan re peyiviye. Vê yekê jî li Elmanyayê pirsa, gelo SPD´ê siyaseta derve ya hikûmetê dike û wezîra karê derve ya federal a ji Partiya Keskan Baerbockê jî li derve dihêle. 

Lars Klingbeil piştî serdana CHP´ê pêr çû serdana HDP´ê jî. Ew bi hevserokê HDP´ê Mîthat Sancar re jî rûnişt û piştî hevdîtinê di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de jî her du serokên partiyan jî kêfxweş bûn. Jixwe ji ber bejna dirêj a Lars Klingbeil herduyan henek li hev kir û bû tiqetiqa kenê wan. Ji ber ku Sancar bi Elmanî dizane, bê tercûman û bi rehetî bi hev re peyivîn. 

Di hevdîtinê de HDP û SPD´ê hev weke partiyên xwişk û bira bi nav kirin. Beriya hevdîtinê, HDP´ê dabû zanîn ku ew ê tevî tifaqa xwe ya Ked û Azadiyê, ti namzetên serokkomariyê ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê nîşan nede. 

 

Çavuşoglu hevdîtin betal kir

Klingbeil beriya hevdîtinên xwe, li ser doza ji bo qedexekirina HDP´ê rexne li siyaseta dewleta Tirk girtibû. Ji ber wê jî hevdîtina wî ya bi wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu hevdîtin betal kir. Li şûna wê, Lars Klingbeil bi hin parlamenterên AKP´ê yên weke  Akif Cagatay Kilic re rûnişt. 

 

Alîkariya erdhejê bi destê xwe bir

Axir xêreke yekser a ji bo alîkariya erdhejê ya serdana Lars Klingbeil jî çêbû. Ji herêma wî ya hilbijartinê yanî Heidekreisê, tîmeke futbolê ya Kurdan 30 hezar euro ji bo alîkariya mexdûrên erdhejên Mereşê yên 6´ê Sibatê berhev kiribûn. Wan ev pere dabûn Lars Klingbeil. Beriya ku serokê SPD´ê Lars Klingbeil vegere welatê xwe, çû Entabê. Wî ev pere li wir dan 4 kesên ji bajarê xwe. Klingbeil wekî din eşkere nîşan dide ku ev kesên çûne hewarê yên ji bajarê wî, dikin ku ew bi wan serbilind be.

 

Peyama “zextê li HDP´ê nekin”

Axir, diyar e ku ew ser navê serokwezîr Olaf Scholz peyiviye û peyam dane. Êdî ne sirrek e ku di warê dana peyamên serokwezîr Scholz de, SPD´ê pişta xwe bi wezîra karê derve Baerbockê qewîn nake. 

Ji ber wê jî peyamên piştî hevdîtina bi Sancar re, Lars Klingbeil li ser hesabê xwe yê twitterê wêneyekî ji civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Mîthat Sancar re weşandin, mirov dikare weke peyamên serokwezîrê Elmanyayê Scholz jî bixwîne: “Di civîna çapemeniyê ya bi Mîthat Sancar re li navenda giştî ya partiya me ya xwişk a Lars Klingbeil eşkere û zelal dipeyive: Em ê bi dîqet lê binihêrin ka li Tirkiyeyê heta hilbijartinan çi diqewime. Nabe ku zext li parlamenterên hilbijartî bibe û şaredaran bixin hepsê.”   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.