• 'Nazê Nêrgiza Hewşê' klîba herî serketî ya salê ye.

Malpera Diyarname.comê di nava 20 endamên juriyeke de pêşbaziyek balkêş bi rê ve bir. Van endamên juriyê diviyabû klîba herî serketî ya sala 2020´an bineqanda. Pirraniya wan klîba Hunergeha Welat a ji bo strana "Nazê Nêrgiza Hewşê" ya Mehmûd Berazî weke herî serketî ya salê eciband. 

Malpera Diyarname 21 klîp dan ber endamên juriyê. Lê bila ev jî rexneya me li Diyarname.com be; di juriya 20 endamî de tenê 5 jin hene, yanî ji sedî 25´û juriyê tenê jin in. Axir wan li ser li hev kiriye ku "Nazê Nêrgiza Hewşê" klîba herî serketî ya salê ye.

FRANKFURT