Weşanxaneya Aramê, Seta Klasîkên Zarokan a ji 10 pirtûkan wergerand Kurmanciyê. Zarokên Kurd êdî dê Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De bi Kurdî bixwînin. Rêdûr Dijle, Şengul Ogur, Rojhilat Aydin, Sorgul Keskîn, Aynûr Ili wergerandine Kurdî.
Masîreşkê Biçûk
Masîreşkê Biçûk, pirtûka nivîskarê Îranî Samed Behrengî ye ku cûreya wê çîrok e. Kitêb hê jî li Îranê di lîsteya pirtûkên qedexe de ye. Çîrok behsa edalet, wekhevî, berxwedana li hemberî neheqiyan dike. Rojhilat Aydin û Rêdûr Dîjle ji Farisî wergerandiye Kurmanciyê.
Pollyanna û Kemanjenê Piçûk
Pollyanna, pirtûka nivîskara Emerîkî Eleanor H. Porter e û di sala 1913’an de hatiye çapkirin. Pollyanna, behsa çîroka zarokeke sêwî dike. Piştî bavê wê dimire, li Vermontê li cem xaltîka xwe ya dewlemend, lê cirnexweş dimîne. Jiyana Pollyannayê bi her awayî li ser asasên bextewariyê ye. Bereksê cirnexweşiya xaltîka xwe, biçe ku, bextewariya xwe jî bi xwe re dibe wir. Rêdûr Dîjle ev kitêb wergerandiye Kurmanciyê.
Kemanjenê Piçûk, berhema nivîskara Emerîkî Eleanor H. Porter e. Sala 1916’an de hatiye nivîsandin. Davîd, kurê kemanjenekî navdar e li cîhanê û piştî hevjîna wî dimire tevî kurê xwe ji holê winda dibe. Bavê Davîd, wî dibe cihekî ku mirov lê tine ne, wî li nav xwezayê mezin dike. Davîdê ku ji mirovan, ji hemû xirabiyan û gunehan dûr mezin dibe, bi mirina bavê xwe bi tenê dimîne. Êdî ji xeynî kemana wî tiştekî wî tine ye. Aynûr Ili kitêb wergerandiye Kurdî.
Oliver Twist
Oliver Twist, romana duduyan a Charles Dickens e. Di sala 1838’an de hatiye nivîsandin. Oliver, li sêwîxaneyekê tê dinê. Wexta dibe 9 salî, wî dibin sêwîxaneyeke din û li vê derê ji ber ku şorbeyeke din dixwaze, midûrê sêwîxaneyê wî dide ber destê darbestvanekî. Li vê derê jî neheqî û tahdeyeke mezin lê tê kirin. Oliverê bêkes hew îdare dike û berê xwe dide Londonê. Rêdûr Dîjle kitêb wergerandiye Kurmanciyê.
Pînokyo
Li cîhanê piştî Qur’an û Încîlê pirtûka herî zêde hatiye xwendin û li zimanên din hatiye wergerandin Pînokyo ye. Çîroka Pînokyo, qelsî û durûtiya me ya ji ber sextekariya me eşkere dike. Ev kûklaya bi destê Hoste Gepetto ji dareke bisêhr hatiye çêkirin û dû re bûye kurikek; her cara ku derewan dike pozê wî mezin dibe! Rêdûr Dîjle ev kitêb jî wergerandiye Kurmanciyê.
Ger û Geştên Gullîvero
Romana Ger û Geştên Gullîvero ya Jonathan Swift ku sala 1726’an hatiye nivîsandin, behsa ger û geştên bijîşk Lamuel Gullîver dike. Gullîver, çend caran ji qezayên deryayê difilite û her carê jî xwe li warekî din ê xerîb dibîne. Sorgul Keskîn kitêb wergerandiye Kurmanciyê.
Kontê Monte Krîsto
Alexandre Dumas, sala 1844'an romana Kontê Monte Krîsto nivîsiye. Romaneke dîrokî-serpêhatiyî ye. Dijminên Edmond Dantes, şeva dawetê bi hinceta ku dek û dolab li qral gerandiye, bi awayekî neheq tê girtin û dixin Şatoya Îfê. Dantes, li vê derê rahibê bi navê Abbe Farya nas dike û bi saya wî komploya lê hatiye çêkirin baş fêm dike. Kontê Monte Krîsto bi wergera Şengul Ogur di nava pirtûkên Aramê de cihê xwe girt.
Robîn Hood
Robîn Hood, kesayeteke ku di çîrokên gelê Ingilîstanê de cihê xwe digire ye. Di danasîna wergera Kurdî ya Robîn Hood de tê gotin: "Heke we karîba ji zengînan bistenda û bidaya feqîran, ma wê kêfa we nehatiba?" Robîn Hood, bi wergera Sorgul Keskîn derket.
Tom Sawyer
Çîroka Tom Sawyer a nivîskarê Emerîkî Mark Twain, sala 1875’an hatiye çapkirin. Tom, sêwî ye û li ba xaltîka xwe dijî. Wexta xwendevan çîroka vî zarokê nehs, mirovan dibehicîne û dibe bela serê xaltîka xwe Pollyê bixwîne, wê bibîne ku Tom, ne yekî xerîb e. Rêdûr Dîjle wergera kitêbê kiriye.
Gera Li Dor Dinyayê di 80 rojan de
Phileas Fogg, kesekî sirdar, zengîn û pir nazik e. Jiyaneke wî ya pir bi rêk û pêk heye. Bi nişmîbûn û rêkûpêkiya xwe tê naskirin. Rojekê li “Kulûba Zanistê ya Londonê” ku endamê wê ye, ji bo tiştekî ku hema bibêje pêkanîna wê ne mimkun e, şert digire û hemû serweta xwe datîne holê. Li gor vê, ew ê di 80 rojan de li derdora dinyayê bigere. Ev romana bi nav û deng jî êdî bi wergera Aynur Ili bi Kurdî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN