Kitika Rosayê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:33

Kitik ji mêj e ji bo hunermendan ji ber sedemîn cihê bûne cihê meraqê û wan ew bi hunerê xwe nîşan dane, bi teknîkên cihê ew îafde û şirove kirine. Cihê wan di hunerê Misra Kevnar de navdar e. Di sedsala 19´an de xasma şêwekarên jin ên Ewrûpî jî gelekî bala xwe dan kitik û pisîkan. Navê vê berhemê Kitika Berrî/Kovî ye. Şêwekara Fransî Rosa Bonheur ew sala 1850´î çêkiriye û xasma jî realîzmeke xurt di îfade û tevdana kitikê de bi cih kiriye. Jixwe ew bi hunerê xwe nexasim jî bi awayekî realîst portreyên heywanan çêdike. Ew di heman demê de keseke li ber qaîdeyên sînordarker ên civakê jî rabûye. Wê karî sala 1857´an mafê lixwekirina şal (pantalon) di nava xelkê de bi dest bixe.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.