Kitêbxaneya Ocalan li Heilbronnê ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:33

  • Kitêbxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Heîlbronnê gelek broşur û pirtûk belav kirin. 

Kitêbxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Heîlbronnê gelek broşur û pirtûk belav kirin. Pirtûkxaneyê her wiha fikrên Rêber Ocalan û şert û mercên tecrîdkirina wî jî dan nasîn.

Otobusa ku li Kilianzplatzê yanî cihê herî qelebalix ê bajêr rawestiya, tevî barana zêde jî bal kişand ser xwe. Di Kitêbxaneya Gerok de bi sedan broşurên li ser jiyan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Kesên elaqedar jî gelek kitêb wergirtin.

Ji bo PKK´ê ji lîsteya qedexeyê bê derxistin jî di Pirtûkxaneya Gerok de îmze hatin berhevkirin. 

ANF/HEILBRONN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.