Kitêbên Cegerxwîn weşandin

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Adar 2023 - 03:46

Kovara “Roja Nû” ya ku yekser bi ser partiyeke siyasî ve bû (PSK û Komkar) di sala 1978’an de li Swedê dest bi weşana xwe kir. Wê bi giştî 108 hejmar derxistin. lê Weşanên Roja Nû esas bi weşandina berhemên Cegerxwîn bi roleke baş rabû.

“Waşanên Roja Nû” ji 1980´yî heta 2010´an 70 pirtûkên Kurdî çap dike. Di nav van pirtûkên hatine çapkirin de pirtûkên Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Kemal Burkay, Eskerê Boyîk û hin berhemên helbestvanên klasîk ên weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyra, Mela Ehmedê Batê û gelekên din hene.

Wê 8 pirtûkên Cegerxwîn çap kine. Ji redaksiyona wê Haluk Ozturk dibêje, “Seydayê Cegerxwîn, di sala 1979`a de, ji bo çapkirin û weşandina berhemên xwe, ji welat derket hat Swêdê. Li Swêdê hevalên Riya Azadî xwe dan ber vî karî. Wan bi navê ‘Weşanên Roja Nû’ weşanxaneyek saz kir. Berî wê rojnameye Roja Nû dest bi weşanê kiribû. Di nav çend salan de 8 berhemên Cegerxîn hatin çapkirin û li seranserî Ewrûpa û gelek welatên din hatin belavkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.