Kitêbên bi zimanê me

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:11

  • Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de hin weşanxaneyan kitêbên xwe yên bi Kurdî derxistin. Bi xêra wan xwendevan wê “Stûnê” duyê yê pexşana Kurdî û Serencama metnên diyaneta Yarsanî jî nas bikin.  

Bi rasthatina roja zimanê dayikê hin weşanxaneyên Kurdî kitêbên xwe yên nû çap kirin. Di nava van de xebata Ergîn Opengin a li ser nivîsên pexşanê yên Mela Seîd Şemdînanî, Serencama li ser dînê Yarsaniyê, Folklora Qerejdaxê ya Mehmet Guzeler û kitêba hînkirina Kurdî ya Abdullah Încekan jî hene.  

Kitêba li ser nivêsên pexşanî yên Mela Seîd Şemdînanî bi navê “Bazeber: Nivîsarên Mela Se’îd Şemdînanî li ser Çand û Dîroka Kurdistana Navendî” derçûye. Amadekarê kitêbê Ergîn Opengîn e û kitêb ji weşanên Avesta derketiye. 

Di kitêbê de agahiyên li ser Mela Seîd Şemdînanî jî hene. Li gorî van agahiyan Mela Seîd Şemdînanî salên 1870´yî ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Ji kirinên wî yên herî hêja ye ku li ber fermanê (cîhada Osmaniyan) sala 1914´an fitûyekê li dijî vê cîhada Osmaniyan dide. Osmanî li ser vê yekê wî digirin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe rizgar dibe. Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê. Aliyê wî yê dişibe Mela Mehmûdê Beyazidî jî ji vir û pê ve dest pê dike. Ew li Ûrmiyê hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê Kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin - çawa Mela Mehmûd jî li ser daxwaza Alexander Jaba - hejmareke zêde ya hikayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdora wê dinivîse. Mela Seîd hîna mirovekê navsere ye sala 1918´an bi destê mirovên xwe tê kuştin.

Stûnê duyem ê pexşana Kurdî

Hin ji van nivîsan çap bûne; piştî Şoreşa Oktoberê ya li Rûsya, sala 1917´an Basil Nikitin mişext dibe diçe Parîsê. Ew destnivîsên Mela Seîd bi xwe dibe Parîsê û çendekan ji wan çap dike. Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê pirraniya destnivîsan di arşîvan de çapnekirî û nenas dimînin.

Di danasîna kitêbê de ji bo amadekariya Ergîn Opengînî tê gotin, “Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine.”

Mela Seîd Şemdînanî di van nivîsan de li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinihêre. Bi zimanê xwe yê pexşanê, yan jî bi gotinên Ergîn Opengînî “bi hekayetbêjî û belaxeta xwe ya sersûrker” ew behsa Kurdistana sedsal berê dike. Di nava behsa wî de metelokên heywanan, çîrokên şexsiyetên deverê, serhildanên Kurdan li dijî dewleta Osmanî, şerên di navbera eşîran de, nîqaşên dînî, dîroka terîqetên herêmê jî hene. 

Opengîn Mela Seîd Şemdînanî piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî weke “duyemîn stûnê pexşana Kurdî” bi nav dike û bi vî karê xwe jî xwestiye çêtir bê nasîn. Wî navê bazeber li kitêbê kiriye ji ber ku ew van nivîsan weke pirekê ya rastî weke “kevirên di ser re bazdanê (maneya bazeberê ye)” dibîne: “ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî”, “ji serdema berî şerî bo piştî şerî”, “ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî”, û “ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan.”

Kurmanc jî wê Serencamê binasin

Kitêbeke din a çapa wê rastî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye jî Nameya Serencamê ye. Kitêba 665 rûpelî ji Weşanên Sîtav derketiye û bi amadekarî, şirove û têbîniyên Dr. Sidîq Sefîzade çavkaniyeke zêrîn e li ser diyaneta Yarsaniyan.  

Ev kitêb li ser Dînê Yarsanan e. Ev cara yekê ye ku bi Kurmanciyê ev xebat der diçe. Di kitêbê de agahiyên li ser Hewraman û Yarsanan ên di kitêb û nivîsarên ji sedsalên borî hatine berhevkirin. 

Ev kitêba ku wekî “Kelama Xezîneyê” yan jî “Serencam”ê tê naskirin, mînakeka berçav e der barê hizir û ramanên kesên zana yên wê serdemê de û mirov dikare bibêje lêkolîna der barê vê kitêbê de dikare bibe sedema geşkirina can û rewanê mirovî. Di kitêbê de metnên Sultan Îshaq û mirîdên wî yên sedsala 8’an a koçî hemû cih digirin. 

Ev metn, ji gelek sirûd nimêj, dua, dab û nerîtên dînî û pîşeyî, û her wiha nivîsên li ser qurbanîkirin û nezir û nîyazan pêk tê. 

Ev kelam bi Goranî hatine hûnandin. Ev kitêb girîngtirîn û pîroztirîn kitêba Yarsaniyan (Ehlê-Heq) e, li ser bingeha “Donadon” yanî zihûra ruhê di bedenî de hatîye hûnandin û vê dinyayê wekî heqîqetek ji dinyaya din dibîne. Kelama Xezîneyê bi giştî tê wateya kelama bexşîn û bereketên Xwedê. Di wêjeya Yarsaniyan de xezîne çavkanîya bexşîn û bereketa Xwedê ye. Xwedê wiha emir dike û dibêje, “kilîlên nihênîyan li ba wî ne”. 

Kelama Xezîneyê ji şeş beşan pêk tê. Ev metn wek raz û helbest hatine hûnandin bi awayekî zelal hatine latînîzekirin û piştre jî her beş hatiye wergerandin û şirovekirin û têbînî li ser hatine zêdekirin.

Pirranîya mijaran îrfanî û felsefî ne û ev mijar encama hizir û ramanên zanyar û bîrewerên wê herêmê ne ku di sedsala heftan û heştan ya koçî (teqrîben sedsalên 14 û 15 ên mîladî) de jiyane. Ji bo lêkolînerên ku lêkolîna dîn, rê û rêbazên ayînî û efsanewî dikin, rêbereke baş û bikêrhatî ye.

Nûbiharê 2 kitêb derxistin

Kitêbeke din a di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Folklora Qerejdaxê ye ku encama xebateke dûvdirêj a Parêzer Mehmet Guzeler e. Kitêb ji Weşanên Nûbihar derketiye. Ew bi bîr dixe ku Qerecdax herêmeke gelekî berferehe û dibêje, “Ji Hîlwanê heta Diyarbekir; ji Çiyayê Reş ê ku li ser Çêrmûg û Erqenî ye heta Çinar, Dêrik û Wiranşehrê Qerejdax e”. Parêzer Mehmet Guzeler di nava deh salan de ha ji vê herêmê berhem û metnên folklorî berhev kirine.

Nivîskar xwendina xwe sala 1995´an qedandiye û dibêje meraqa wî li ser folklorê wan salên ew li zanîngehê pêre çêbûye. Pêşî dest bi komkirina metnan dike û pê dihise ku mesele pirr berfireh e û biryarê dide ku metnên Qerejdaxê berhev bike û di kitêbê de biweşîne.  

Hînkereke din a Kurdî

Weşanên Nûbihar kitêbeke hînkirina Kurdî ya bi navê “Ez Kurdî Hîn Dibim-Pratik Kürtçe Dersleri II” jî weşand. Ev kitêba Dr. Abdullah Încekan ji bo asta jortir e. Ev kitêb, dewama kitêba yekê ye û asta wê bilindtir e. Weşanxane dibêje, “Kitêba yekem heta niha çapa heftem kiriye û gelek kes bi saya wê hînî Kurdî bûne. Ev kitêba duyem jî bi kedeke mezin hatiye amadekirin. Wek kitêba yekem, metnên kitêba duyem jî bi saya AUDIO-CD/QR-Code dikarin bên guhdarîkirin. Pirraniya wan metnan hozanê mezin yê Kurdan Şivan Perwer xwendine.” 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.