- Pelên kaxizî yên kitêban kela canê gelek mirovan radikin û gava mirov destê xwe didin pelên kitêban xwe bextewar hîs dikin.
Pelên kaxizî yên kitêban kela canê gelek mirovan radikin û gava mirov destê xwe didin pelên kitêban xwe bextewar hîs dikin. Her kes hîs neke jî hin mirov hene ku bi vê yekê kêfxweş dibin û di nav toz û dûmana kitêbên kevn de digerin û ji vê yekê hez dikin. Lê hunermend Rima Day ku bi hunerê fîberê mijûl e, pirtûkên ji çarikan yan jî ji qumaşên tenik çêdike.
Her çiqas malzemeyê bi kar tîne cihê be jî kitêbên wî jî wek yên kaxizî kela canê mirovan radikin. Wî ji bo balê bibe ser hezkirina kitêb û xwezayê, ev kitêbên xweşik sêwirandine. Wî kitêbên xwe bi destan çêkirine, di nav cildên mezin de benên sor ji nav kitêbê ber bi derve derdikevin û qumaşê ku wek rûpelan bikaraniye jî pirr tenik û henûn in.
Rima Day dibêje, “Min her tim ji xwendina kitêban hez kiriye û gava rûpelên pirtûkan diqulibînim ev yek pirr li xweşiya min diçe. Ji ber vê yekê min xwest karekî bi vî rengî çêkim.” Rima Day ji bo şayesekirinên di nav kitêbên xwe de jî dibêje, min îlhama xwe ji xweza û bedana însan wergirtiye. Ji ber ku xweza û bedena însan pirr dişibin hev. Gava ez di nav xwezayê de dimeşiyam ez pê hisiyam ku reh û guliyên daran pirr dişibin damarên xwînê yên mirovan. Bi vî awayî min xwest meraqa xwe derbibirim.”
Rengê sor yên benê ku ji bo kitêban bikaraniye, elaqedarî çanda Japoniyan e. Wî anî ziman ku benê sor di çanda Japoniyan de girêdana mirovan temsîl dike û ji bo sîûda mirov zêde bike, tê bikaranîn. Her wiha ji van benên sor re “Senninbari” jî tê gotin û maneya vê jî di çanda Japoniyan “Hezar Kêl” e. Li gor rêûresma Japoniyan beriya ku jinan zarokên xwe dişandin leşkeriyê, hezar kêl li ser qumaşekî çêdikirin û ev qumaş wek niviştekê bi wan ve dikirin. Piştî demekê ev çalakiya hezar kêlî wek duayekê jî hat qebûlkirin û di çanda Japoniyan de cihekî giranbuha yê vê rêûresma kevn heye. Bandora vê çandê li Rima Day jî bûye û ev kitêbên xweşik sêwirandine.
NAVENDA NÛÇEYAN