Kitêbek Kilardeştî ji bo piçûkêd Kurmancan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 21:09

  • Pirtûka “Wîrke reng bike” berhema Mujgan Kawusî ye. Mujgan Kawusî jî ji girtiyên siyasî yên berê ye. Ev kitêba ji bo zarokan hîna nû hat weşandin. 

Pirtûka “Wîrke reng bike” berhema Mujgan Kawusî ye. Mujgan Kawusî jî ji girtiyên siyasî yên berê ye. Ev kitêba ji bo zarokan hîna nû hat weşandin. 

Kitêba “Wîrke reng bike” bi şêwezarê Kurdên Kilardeştê derçûye.

Kitêb taybet ji bo zarokan e û armanca kitêbê zindîragirtin û parastina zimanê Kurdî ye. Li “Kilardeşt”ê nifşê nû zêde Kurdî bi kar nayîne û ji bo vî nifşî Kurdî ber bi jinavçûnê ye.

Kitêb 20 rûpelî ye û weşanxaneya “Tevkulî” ew weşandiye.

Mujgan Kawusî ya ku nivîser û lêkoler e, 6´ê Kanûna 2021´ê ji hepsa Keçûyî ya li bajarê Kerecê hatibû berdan. Mujgan Kawusî 19´ê Mijdara 2019´an şandibûn ber dadgeha rejîma Îranê ya li Newşehrê û lê 69 meh cezayê hepsê ji ber çalakgeriya wê lê hatibû birrîn. Dadgeha pêdeçûnê ya li bajarê Mazenderanê cezayê wê weke 76 meh û 15 roj zêde kiribû. Di hepsê de jî ji ber sedemên siyasî ew Gulana 2021´ê ketibû greva birçîbûnê; wê dixwest hêzên rejîmê li hepsan zilma li dijî girtiyên siyasî bi dawî bikin.

Kilardeşt li bakurê Tehranê, ne dûrî Behra Qezwîn e. Li wir çend deverên Kurd li wan dimînin, hene. ji ber siyaseta asîmîlasyonê ya dewleta Îranê, Kurmancên vê deverê di warê zimanî ve tên bişaftin.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.