Kiras jî dipeyivin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Kanûn 2021 - 22:09

  • Di çandên cihî de ziman ne tenê gotin in. Ziman bê mubalexe, her tişt e.

Di çandên cihî de ziman ne tenê gotin in. Ziman bê mubalexe, her tişt e. Rabûn û rûniştin, xwarin û vexwarin, tevgerên destan, mimîkên rûyî, deqên li ser bedena mirov, xişirên bi mirovî ve û her wiha cilûbergên li mirovî ziman in. Cil û bergên li mirovan bi ziman dibin û dipeyivin. Weke van kirasên qewmê Siyû (Sioux) ku ji xwecihên Emerîkayê ne. Kirasê pêşî ji devera Lakota ye. Di salên 1870´yî de hatiye çêkirin. Motîfa bi rengê tîpa “U” ya li nîvê jêr ê kirasî nîşana kîso ye. Ew jî di nava vî qewmî de sembola siheta jinan e. Li ser vî kirasî jî meherk û moriyên camî hene, ku hingê di rewacê de bûn. Roja îro jî jin ji bo rîtuel û reqsên gelêrî van cil û bergan li xwe dikin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.