Mark Oliver ji malzemeyên avêtî kêzikên xweşik disêwirîne. Yanî malzemeyên avêtî yên di çopê de li ber destên wî vediguherin tiştekî din. Ew ji van malzemeyan peykerên piçûk ên kêzikan çêdike. Kêzikên wî giş ji hev cuda ne û yek naşibe ya din. Ew hinekî jî fantastîk in. Ji malzemeyên cûr bi cûr ew peykerên piçûk yên dişibin kêzikan çêdike. Di warê kombinasyonê de jî ev kêzikên wî serketî ne.
Mark Oliver ji bo van peykerên xwe navek jî dîtiye. Ew ji ji van berhemên bi şêwazeke kolajê hatine sêwirandin, dibêje, “Kêzikên Çopê”. Mark Oliver ji bo van kêzikên xwe got; “Ez ji çopa modernîteyê kolajekê ava dikim. Her wiha xebatên min di warê entomolojiya [Zanista lêkolana kêzik û têkiliyên wan bi mirovan re ye] bajêr û rizîn û tiştên avêtî de jî tiştinan dibêjin. Ez bi van xebatên xwe serdema Viktorya jî tînim bîra xelkê, wî wextî rêûresmek hebû, wan kêzik kom dikirin. Ez jî bi awayekî post-modern wî wexti bi bîr tînim.”
Malzemeyên ku Mark Oliver li hev anîne, afirîneriya wî nîşan didin. Ew malzemeyan ji çopê derdixe û li xwezayê vedigerîne. Ew bi malzemeyên înorganîk tiştên organîk teqlîd dike, yanî ruhekî nû tîne bi van malzemeyên înorganîk yên avêtî û li ser çopan bê xwedî.
NAVENDA NÛÇEYAN