Kevneşopiya Hespên Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 29 Gulan 2024 - 00:18

Erdnîgariya Balekayetiyê ku ji herêmeke dijwar û asê ya çiyayî pêk tê, di salên berê de tenê hesp û ker ji bo veguhestinê hebûn, siwarbûna hespan bûbû çandek. Lê kevneşopî her ku diçû winda dibû. Niha ciwan kevneşopiya resen ya siwarbûna hespan jinûve zindî dikin. Yek ji siwarhezê hespan Rêkar Ezîz got:“Ji ber wê jî piştî çend salan ji dûrketina çand û kevneşopiya hespsiwariyê ya deverê, niha komek siwar bi hev re dîsa hesp anîne herêmên me. Ji ber çiya û zehmetiyên herêma me divê hespên Kurdan li vê herêmê bên bikaranîn. Hemû kesên ku li hespan siwar dibin hespên Kurdî yên xwemalî bi kar tînin. Ji ber ku hespên Ereb an jî Tirk li vê herêmê bi kêr nayên û nikarin li ber çiya û sermaya dijwar li ber xwe bidin.”

Her çiqas siwarbûna hespan ji aliyê biçûk û mezinan ve tê kirin jî zarok û yên ku ciwan jî bûne siwarê hespan. Li Balekayetiyê siwarê herî biçûk, xwedî şiyan û jêhatîbûnek baş nîşan da û rojane performansê dike. Yûsif Aras’ê 9 salî, li devera Balekayetiyê ya herêma Soran wek siwarê herî biçûk tê naskirin. Tevî temenê xwe yê biçûk jî bi siwariya xwe navdar bûye û dibêje:“Ev çar salin ez hespsiwariyê dikim. Li Balekayetî û Soran ji temenê min kêmtir kes nikare li hespan siwar bibe. Ji zarokatiyê ve meraqa siwariya hespan bi min re hebû û bavê min ku siware, alîkariya min kiriye û ji bo siwarbûna hespan ez gelek perwerde kirim.” Yûsif dibêje hespê wî hespê Kurdî ye û bi hespê xwe re wek du hevalan mezin bûye. Bi vî hespî beşdarî çend pêşbirk û festîvalên siwariyê bûye. Niha li Balekayetiyê û çiyayên wê dîsa girîngî bi nijada hespên Kurdî yên resen tên dayîn û rojane bi dehan hesp tên nîşandan û bi wan  pêşbaziya hespsiwariyê tê kirin.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.