Ketina Helebê hevsengî xera kirin

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 02:55

  • Destpêkê Heleb bilez ket. Ev yek bû sedem ku qadên teng ên mîna Til Rifat û Şehba jî ji dagirkeriya Tirk re vekirî bimînin. Taxên Kurdan ên li Helebê jî wisa. Pirsa, ‘gelo şer bê kirin, yan xwe vekişînin’ kete rojevê.

Li Sûriyeyê di demeke kurt de bûyerên awarte rû dan. Li Îdlibê El Nusra û hêzên din amadekarî dikirin. Hikûmeta Şamê jî demekê gelek hêzên xwe li heremê bi cîh kir. Erîş û pevçûnên dijber çêbûn. Til Rifat û Şehba ji bo ku Heleb nekeve xeteriyê dihatin parastin. Bajarên wek Minbicê jî ji bo parastina Helebê dihate destgirtin. Dewleta Tirk ji bo Minbicê bi Rûsan re gelek bazarî kir. Bi awayekî ji bo derxistina QSD’ê zêde hew ldan. Lê ji ber ku dê Heleb bikeve xeteriyê  Rûs nêzî vê nebûn. Lê ya ku nebe bû, Heleb bixwe ket. Bê şer û bê pevçûn! Vê jî wek bandora kevirên domînoyê ava kir.

El Nusrayê bi vê hêz û moralê ve pêşveçûyina xwe domand. Rêya Şamê qut kir. Ber bi herêmên din ve çû. Lê hêzên hikûmeta Şamê dikarîbûn pêşiya Helebê xeteke parastinê ava bikin. Hêza wan a lêdanê, cebilxane û piştgiriya wan a hewayî hebû. Ger ku sengerên xwe bernedana El Nusra nekarîbû pêş ve biçe. Ya ku nehate fêmkirin çima Rûsya û hikûmeta Şamê bê şer van derên berfireh û stratejîk berdan. Rêveberiya Şamê bi vî awayî, bi terikandina Helebê ve bi tevahî hebûn û deshilatdariya xwe avête nav xeteriyê. Niha dibêjin “Em hêz kom dikin û em ê êrîşen dijber bidin destpêkirin.’’ Ev yek tê wê wateya, cihên ku El Nusra û hêzên din dagir kirine ji bo ku di destê xwe de bigrin destûr dayîna amadekariya wan e. Ger ku Hêzên girêdayî hikûmeta Şamê wek dibêjin xwe amade bikin û bikevin nava êrîşê, wê demê dê wêranî û windahî pir zêdetir bibe.

Di heremên wek Til Rifat û Şehbayê de hejmareke girîng ên li Efrînê hatibûn penaberkirin bi cîh bibûn. Ji bo êrîşek awarte hêzên Kurd amadekariyeke xurt kiribûn. Jixwe gefên dewleta Tirk û çeteyên di destê wê de qet hatibû rawestandin. Hêzên kurdan parastinek bibandor dikirin. Serdestiya erdnîgariyê ezmûnek dest xistibûn. 

Li Helebê cîhên ku gelê Kurd tê de ne parastina li wir hêzên Kurda girtibûn li ser xwe. Li wê derê hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê re her pirsgirêk û nakokî hebûn. Hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê her dixwest serweriya van taxan bigre destê xwe. Her tim li ser Til Rifat û Şehbayê ambargo pêk dihanî. Lê belê pirsgirêk bê ku veguherin pevçûnên cidî gelemperî bi rêya gûftugoyan çareser dibû. Kurdan di sala 2012’an de li vir ve bi hêza xwe ve xwe parastin û tu demê dev ji herêmên xwe berneda. Her çiqas taxên wan wêrankirinên mezin re rûbirû mabin jî berxwedanên bêhempa ve xwe di wê heremê de girtibûn. Li vê derê jî amadekariyên parastinê ya hêzên Kurdan baş bû.

Di destpêkê de, di ketina Helebê ve di wan heremên ku me qal kirine de amadekarî, sengerên ku hatine amadekirin hemû vala derketin. Lîstok li ser parastina Helebê hatibû avakirin. Ev nebû. Ji ber vê cihên teng ên wek Til Rifat û Şehbayê ji dagirkeriya Tirk re vekirî man. Herêm kete  bin dorpêçê. Taxên Kurdan ên Helebê jî wisa. El Nusrayê di serî de her çiqas got ‘em êrîşî taxên Kurda nakin, armanca me ya şerkirina bi Kurdan re nîne’ jî ji bo ku bajar tevahî dest bixe hewl da. Li wê derê derveyê şerkirinê bijarteyeke Kurdan nema. Hêzeke ku di her alî de bikeve dorpêçê, li dijî hêzeke gelekî ji xwe mestir divê şer bike an na, ev pirs kete rojevê.

Yên ku êrîşî Til Rifat û Şehbayê kir dewleta Tirk bi xwe ye. Qaşo Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) derewên Tirkîyê ne. SMO çima li dijî gelê xwe şer bike? Kurd li cihên ku lê ne rêveberiyeke demokratîk ava kirine û bi gelên din re di şert û mercên wekhev de dijîn. Pirsgirêka wan tu bawerî yan jî bi çanda kesî re nîne. Di Rojhilata Navîn de xwediyê fikir û pratîka demokratîk a herî li pêş in. Dewlata Tirk li cihê ku dagir kir de tu Kurd nehişt. Paqijiya etnîkî kir. Beşeke girîng a van karan jî bi destê çeteyên wek SMO’yê ve pêk anî.

Ew beşên ku wek muxalefet tên binavkirin di bin fermana Tirkiyeyê de ne, tu vîn û nasnameya wan a siyasî nîne. Heleb jî tê de êrîşên heyî hemû bi piştgirî û piralîkirina Tirkiyeyê ve pêk tê. Ew tişta ku jê re gotin pêvajoya Astanayê, tu eleqeya xwe ji gelên Sûriyeyê ve nîn bû. Lîstokek di navbera dewletên heyî de bû. Ev lîstok jî zêdetir perçebûyîn û dagirkirina Sûriyeyê ve diqede.

Çapemenî û Dewleta Tirk ji El Nusrayê re tu caran nabêje terorîst. Di Rastiyê de, NY, DYE û YE’yê ew kirine lîsteya rêxistinên terorîst. Qaşo dewleta Tirk jî ji wan re gotiye terorîst. Lê niha hemû bi gotina Muxalefeta Sûriyeyê ve wan paqij dikin. Sûriyeyê tevahî jî bikeve di bin serweriya DAÎŞ û El Nusrayê Erdogan tu demê bi vê nerehet nabe. Nabêje em li ser sînorên xwe destûrê nadin qorîdora "terorê" û dê nebêje jî. Kîjan demê dor tê Kurdan wê demê peyva Kurd jî bi kar naynin. Peyva qorîdora "terorê" bi kar tînin û ji welatê wan re jî dibêjin terorîstan. Berê heremên sînorên Tirkan di bin serweriya DAÎŞ’ê de bû. Erdogan qet negot em di bin xeterî û gefan de ne. Niha jî nabêje. Ji ber ku dijminahiyeke wan a li hember Kurdan derveyê hişmendiyê heye. Dîsa ji aliyê hişmendî ve, ti cûdahiya Erdogan û DAÎŞ, El Nûsra nîne. Ger wisa nebûya ma dê bi salan li Îdlibê ji El Nusrayê re parêzvanî bikira?

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA RONAHÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.