Keştî binav bû rafînerî şewitî

Nûçeyên Cîhan

În 4 Hezîran 2021 - 02:37

  • Têqînek pêr bi şev li yekê ji depoyên Parzûngeha Tundguyan çêbû û pistre agir bi parzûngeha petrolê ket.

Ji pêr bi şev ve Parzûngeha Tundguyan a li başûrê paytexta Îranê Tehranê dişewite. Gava nûçeya me dihat amadekirin jî şewatê dewam dikir. Heman rojê jî agir bi keştiyeke şer a Îranê ket û keştî binav bû.

Têqînek pêr bi şev li yekê ji depoyên Parzûngeha Tundguyan çêbû û pistre agir bi parzûngeha petrolê ket. Doh sibehî jî agir berferehtir bû. Dûxana şewatê ser tevahiya Tehranê girt. 

Wezirê Nefta Îranê, Bêjen Namdar Zengine got, “Ji ber şewata sûtemeniya giran li nava parzûngehê, dûman asman girtiye. Lê maneya vê ne ew e ku bûyerek girîng rû dabe.” Axir bûyer girîng e yan na wê paşê diyar bibe. Lewma benzîna Tehranê jî li vê parzûngehê tê hilberîn. Heger li Tehranê Benzîn kêm û biha bibe, wê eşkere bibe ka xisara li parzûngehê kêm e yan zêde ye.

Beşê Peywendiyan a Parzûngehê ragihand ku ji bo vemirandinê divê ew li bendê bisekinin heta ku depoyên parzûngehê hemû vala dibin.

Sedema şewatê nehat eşkerekirin. Pêr wekî din keştiyek şer a Îranê di Kendava Oman de şewitî û bin av bûbû. Îranê ji ber vê Îsraîl sûcdar kirîbû. Berê jî gelek teqîn û şewat li tesîsên muhim ên Îranê çêbûbûn û Iranê ji bo pirraniya wan Îsraîl gunehbar kiribû.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.