‘Kenên me li me vegerînin’

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 23 Hezîran 2023 - 01:59

Festîvala Aştiyê ya Zarokan ya 4’an, bi dirûşma “Kenê li me vegerînin” li ser dika Navenda Çand û Huner a Cirniyê bi rê ve çû.

Di roja sêyem a festîvalê de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, Rêveberiya Jinan, ciwanên şoreşger, jinên ciwan, bi sedan zarok û şêniyên Cirniye beşdar bûn.

Di festîvalê de, endamê Navenda Çand û Huner a Tebqayê Amir El Inad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Dûre komên Mîrasa Cirniyê, Koma Şanoyê ya Cirniyê, Koma Komîteya Perwerdeyê ya Cirniyê, Baxçeyê Zarokan a Enwar El Xed a Cirniyê û Koma Hunerê Folklorî ya Cirniyê berhemên xwe nîşan dan.

Piştî wê, spasname û teqdîrname li ser komên beşdar, perwerdeker û komîteya orgenîzer hatin belavkirin.

Festival doh li mezreya El Sefsaf a Tebqayê bi dawî bû.

ANHA/TEBQA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.