Endamên Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî qetilkirina Hunermendê Kurd Cûma Xelîl ku weke Bavê Teyar tê naskirin, axivîn û êriş bi tûndî şermezar kirin.
Di nava şer û berxwedanê de dijîn
Endama Stêra Zêrîn Hunermend Ruheyv Efrîn di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser xelkê berxwedêr ên li Bendava Tişrînê, bi tundî şermezar kir û got:“Gelê me yê Rojava di nava şer û berxwedaniyek mezin de jiyan dike. Dewleta Tirk her roj zarok, ciwan û jinan qetil dike. Ya ku me diêşîne, bêdengiya heyî ye. Roj nîne dewleta Tirk xelkê me yê Rojava qetil neke. Em bi tundî van êrişan şermezar dikin.” Ruheyv Efrîn di nava axaftinên xwe de bi minnet û rêzdarî Şehîd Cûma Xelîl ku weke Bavê Teyar tê naskirin bi bîr anî û got:“Dewleta Tirk a dagirker şanogerê Kurd û mamostayê me yê mezin Bavê Teyar qetilkirin, em bi tûndî vê komkujiyê şermezar dikin. Gelê Kurd xemgîne! Bavê Teyar ji bo gelê Kurd windahiyek mezine. Bavê teyar bi salan, malovanî ji Kurdan re kir. Bi şano û hunera xwe bû kenê li ser rûyê me. Kenê li ser rûyê hemu zarokan bû. Lê mixabin hate qetilkirin. Di şexsê Bavê Teyar de hunera Kurdî hate qetilkirin. Divê em wek hunermend xwedî li mîrateya wê derbikevin.”
Nikarin li hember QSD’ê şer bikin
Endamê Navenda Çand û Huner a wargehê Hunermend Yûnûs Dag jî nerazîbûn û xemgîniya xwe ya ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava anîn ser ziman û got:“Dewleta Tirk a dagirker her roj qaşo êrişên Îsraîlê şermezar dike, lê bi xwe jî heman kiryarê li ser Rojava pêk tîne. Em vê yekê bi gotinek ya Kurdan dikarin bêjin; Şûjina di çavê xwe de nabîne, behsa derziya di çavê hevalê xwe de dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê, nikare li hember hêzên QSD’ê şer bike, ji ber wê jî tola xwe ji gel dihilîne. Ev yek bê exlaqî û sûcê şere.”
ROJNEWS/ARMANC HEREKOL