• Anahîta ji Delîl re dibêje, "Ez şanaz bûm ku Kurd li ser qewlê xwe yê civakî dizivirin ji te bihîstina vegera Kurdan a li ser kok û rêçalên xwe mizgîniyeke bo min. Mizginîya te ya xêrê be." Ev gotin dide nîşan ku xweza û erdnîgariya Kurdistanê bi parazvanên xwe ve pîroz e.

DERWÊŞ ELÎ

Ramazan Çeper nivîskar û helbestvanekî dîl e. Li Sasonê (Qabilcewzê) hatiye dinê. Di temenê xwe yê piçûk de tevlî xebatên polîtîk dibe û sala 1998´an bi hinceta "endamê rêxistinê" ye, tê girtin. Heta sala 2004’an di hepsê de dimîne û piştî ku tê berdan, tevlî nav refên tevgera azadiyê dibe. Sala 2006’an careke din tê girtin û cezayê muebedê lê tê birrîn. Ji wê rojê ve jî ew di zindanê de ye. Gelek berhemên wî yên derheqê mîtolojî, felsefe, desthilatdarî, etîmolojiya çiyayên Kurdistanê, hiş û mêhtingeriyê de ji weşanxaneyên cihê derçûne. Berhema wî ya bi navê “Kenê Anahîta” jî di Tebaxa  2019’an de ji weşanxaneya Aryenê derketibû.

Kapîtalîzm nikare bi çiyayên Kurdistanê

Ji despêka jîyanê heta îro mîtolojiyê hevpariya jiyana mirov û civakan kiriye. Mîtolojî bi hezar salan e li gel wejeyê, rastiya civakê di bin sîwanên xwe de hewandiye. Li ser rûyê dinê her tişt diguhere; mirov, malbat, civak û wekî din. Ti tişt wekî xwe namîne, her tişt postê xwe diguherîne. Ez bawer dikim, tişta ku pergala kapîtalîzmê ew neguherandiye û pênelîstiye, çiyayên Kurdistanê ne. Tiştên ku bi sedan salan re bi rêya gotegotan ji roja pêşî heta îro di nava çîrok û metelokan de hatine gotin, îro dîsa li ser erdnîgariya Kurdistanê reh dide û tê ziman. Li ber quntarên çiyayên Cîlo, li kêleka Avaşîn û Ava Basyan bihuşt û dojeh digihîjin hev. 

‘Vegera li ser kok û rêçalan mizgîniyek e’

Anahîta xwedawenda Mazdaîzmê û Zerdeştiyê ye. Parazvana avan, çeman, rûbaran û kaniyan e. Anahîta bi kirasekî esmanî rastî Delîl tê, Delîl lehengekî di pirtûkê de ye. Anahîta ji Delîl re dibêje, "Ez şanaz bûm ku Kurd li ser qewlê xwe yê civakî dizivirin ji te bihîstina vegera Kurdan a li ser kok û rêçalên xwe mizgîniyeke bo min. Mizginîya te ya xêrê be." Ev gotin dide nîşan ku xweza û erdnîgariya Kurdistanê bi parazvanên xwe ve pîroz e. Di mîtolojiye de jî wisa bû, di dîroka Kurdistanê de jî wisa bû û îro jî wisa ye. Gava mirov li xweşikbûn û heybeta çiyayên Cîlo dinihêre, mirov xwe berdide nav hestên hezar salî. Mirov dikeve nav xeyalên kûr, nav bi sedan fikrên cuda. Ev fikir û xeyal di nava mejiyê mirov de weke bayekî hênik diçin û tên.  

‘Hişê me dibe ser dol û newalan’

Wexta em çîrokên di pirtûka Remezan Çeperya bi navê Kenê Anahîta de dixwînin, hişê me diçe ser dol û newalên Kurdistanê. Xweza û erdnîgariya Kurdistanê dibe hevalê xwendina mirov. Kenê Anahîta xwe li ser lêvên me şîn dike, şil dike. Ji mirov tirê qey mirov wê karibe bi saya çîrokên nivîskar xwe berde nav dol û newalên welatê çiya. Kevir tên zimên, dikelimin û dengê keviran tê guhê mirov bi bayê Cîlo re. Bayek bi sebr; bêhna darkevota li gel Avaşîn û Ava Basyan mûzikalîteya xwe pêşkeşî mirov dike. Nivîskar bi ziman û vegotina xwe bi her awayî pirtûkê dide xwendin. Etomolojîya çiya û mîtolojiya Kurdî jî xwendinê sivik dike.