• Sînemavan Xelîl Dag di rojnivîskên xwe de behsa desteserkirina Hozan Serhat jî dike. Di çeperekê de dijmin êrîş dibe ser wan, Xelîl xwe xelas dike lê Hozan Serhat tê desteserkirin. Roja dawî ya bi Hozan Serhat re tesîreke pirr mezin li Xelîl dike, piştî kuştina wî bi neh salan behsa vê serpêhatiya xwe ya bi Hozan Serhat re dike, ji ber nivîsandina wê rojê jê re gelek zor tê. 

ARDÎN DÎREN

 

Xelîl Dag weke sînemavanekî Kurd yek ji wan gerîlayên herî bi xîret bû. Bi saya wî arşîv û çavkaniyeke xurt ya gerîlayan çêbû. Film û wêneyên ku wî li serê çiyayan girtibû kêliyên herî bi qîmet yên berxwedan û dilsoziya gerîlayên Kurd nîşan didin. Lê mirov dikare bibêje qelama wî jî ne kêmî film û wêneyên wî ye. Qelemeka wî ya xurt jî hebû û wî li pey xwe gelek rojnivîsk jî hiştin. Gelek caran ji bo bêhna min fireh bibe berê xwe didim rojnivîskên wî. Her ku dixwînim rastî gelek hurgulî û serpêhatiyên wî yên bi gerîlayên din re têm. Yek ji van serpêhatiyên girîng û bi mane jî ya bi Hozan Serhat re ye. Beriya Hozan Serhat ji hêla leşker û cerdevanan ve were girtin ew û Xelîl Dag bi hev re ne. Her wiha Huseyîn Kaytan jî li gel wan e. Xelîl Dag roja dawî ya bi Hozan Serhat re di ronivîska xwe de aniye ziman. Herî kêm min 10 car ev serpêhatî xwendiye û her ku dixwînim dilê min diêşe. Aciz dibim û dema li Hozan Serhat guhdar dikim ew serpêhatî ango roja wî dawî ya ku Xelîl Dag behs dike tê bîra min.

 

Saza xwe neşikîne

Sê hevrê dikevin kemîna dijmin. Nivîskarek, sînemavanek û stranbêjek. Xelîl Dag bi van hevokan tengaviya xwe û hevalên xwe tîne ziman; ”Gava ji min pirsî, ‘Ez saza xwe bişkînim?’, min jî hazirî dikir ku kameraya di destê xwe de parçe parçe bikim. Bi carekê em ketibûn rewşeke xerab. Berê jî min gelek caran ji hevalan bihîstibû, dema heval diketin kemînan an jî fam dikirin ku dê dijmin wan bikuje, alavên di destên xwe de îmha dikirin da ku nekevin destê dijmin.” Di vê hetfûheşta kambax de Xelîl Dag dibêje, “Neşikîne” û saza Hozan Serhat tevî çend alavên din di nav dahlekê de diveşêrin û hewl didin xwe ji kemîna dijmin xelas bikin. Xelîl Dag jî kameraya xwe naşikîne û xelas dike.

 

Em ê weke camêran bimirin!

Hozan Serhat bê siûd bû, ji lewma ew pêpehn bû û nikaribû baş bibeze an jî bireve. Ev rewşa wî yek ji handîkapa wî ya herî dijwar bû û di jiyana li serê çiya de tim astengî derdixist hemberî wî. Lê tevî astengiyan jî wî dev ji xeyalên xwe berneda û bi wê saza ku di nav dahlekê de veşart gelek stran gotin ji gerîlayan re û coş û peroşa wan zêdetir kir. Ji ber ew nikare bimeşe Huseyîn Kaytan pê re aciz dibe û dide çêr û gotinan. Ev nêzîkatî dike ku ew bêhtir ji taqetê bikeve û gavên xwe bi tirs diavêje. Ji bo ew li paş nemîne û nebe asteng Huseyîn Kaytan jê re dibêje, “De bimeşe hey kurê dêlê!” Xelîl Dag dide zanîn ku ev pevçûna Hozan Serhat ya ewil bû û ji ber vê yekê kela canê wî rabûbû. Ji lewma jî Xelîl Dag hewl dide di dema herî zehmet de jî hevrêyê xwe bi tenê nehêle û ji Huseyîn re dibêje, “Nede xeberan, heger em li vir bimirin jî em ê weke camêran bimirin.”

 

Em xelas bûn lê Serhat tine bû…

Ev axavtina her sê hevalan ya dawî ye. Rojeke havînê, meha Tîrmehê û berdestê sibehê ye. Piştî axavtina dawî ya her sê hevalan dijmin guleyan direşîne ser wan û ew jî xwe dispêrin bin zinarekî. Xelîl Dag bi Hozan Serhat re heta radeyekê eleqedar dibe û dixwaze ew tirsa xwe bişkîne. Di vê navberê de Huseyîn dev ji her duyan berdide û dixwaze xwe xelas bike. Piştî qederekê Hozan Serhat ji Xelîl Dag re dibêje, “Ez hazirim” û bi vî awayî Xelîl Dag dide pêşiya wî da ku ji kemînê xelas bibin, lê piştî demekê Xelîl ferq dike ku Serhat ne li pey wî ye û careke din Serhat nabîne. Çend caran hewl dide ku li wî vegere lê ti his ji Hozan Serhat nîne. Xelîl Dag van kêliyan bi vî awayî tîne ziman; “Ji min we ye ku Serhat jî li pişt min dibeze lê piştî demekê min ferq kir ku ew li pey min nehatiye. Gelo ew li kur ma? Çima nehat? Min ti tiştî nizanîbû, piştî ku min xwe gihand newalekê min dît ku Huseyîn Kaytan û kuryeyê me dibezin. Lê Serhat tine bû, wê gavê ez giriyam, hêrs bûm…em ji Serhat veqetiyabûn û min baş dizanîbû dê Serhat van rêyan careke din dernexe. Min xwe gihand Huseyîn Kaytan û got; ” ‘Serhat nehat’ lê wî li rûyê min jî nenihêrî û windabûna Serhat qet ne xema wî bû.”

Diviyabû min bidaya pey wî

Li gor Xelîl Dag dide zanîn Hozan Serhat ji hêla cerdevanên Jîrkî ve tê desteserkirin. Hefteyeke saxî îşkenceyê lê dikin, bes dikin û nakin Hozan Serhat teslîm nabe. Ji lewma jî wî careke din dibin zozanên Feraşînê û li wir înfaz dikin. Piştî vê bûyer û serpêhatiyê Xelîl Dag nikare li ser Hozan Serhat ango hevrêyê xwe yê herî nêz tiştinan binivîse, ji dilê wî nayê. Ew xwe ji vê mirinê berpirsyar digire û dibêje, “Di derbarê wî de min qet nekarî tiştekî binivîsim. Di derbarê vî hozanê de çi binivîsim jî dê kêm bimaya û para min jî di mirina wî de heye, qet nebe ez wisa hîs dikim. Belkî jî divê pêşî ew ji bin wî zinarê derketa û min bidaya pey wî. Bi vî awayî dê ji ber çavên min winda nebûya û dema bidîta ez li pey wî me dê baştir bibeziya. Bi salan ev fikir nehiştin ku rehet bijîm. Wijdanê min zorê da min. Niha jî piştî neh salan hevokên xwe yên nîvco yên di derbarê wê rojê de temam dikim, tenê min dikarûbû di şevên Botanê de behsa vê rojê bikim.”

Xelîl Dag di rojnivîska xwe de behsa salên 1994’an jî dike, salên li Parîsê. Wî cara ewil li wir Hozan Serhat nas kiriye. Deng û saza Hozan Serhat ew mest kiriye û pirr di bin tesîra wî de maye. Wî her çiqas ji stranên wî fam nekiribe jî hîs kiriye û bawerî bi dilsoziya wî aniye. Xelîl Dag wekî din behsa qeydkirina dîmenên Tahsîn Taha û Hozan Serhat, ku bi hevre stran dibêjin jî dike û dide zanîn ku wan her duyan pirr ji hev hezkiriye û têkiliyeke wan ya xurt hebûye.