• Keleha Çemdînê ya li taxa Keleha Kevin a navçeya Wêranşar a ser bi Rihayê, hindik maye hilweşe. Keleh ji sedsala duyemîn maye.

Keleha Çemdînê ya li taxa Keleha Kevin a navçeya Wêranşar a ser bi Rihayê, hindik maye hilweşe. Keleh ji sedsala duyemîn maye. Desteya Parastina Heyînên Çandî ya Rihayê di 28'ê Sibata 2013'an de ji bo kelehê û derdora wê biryara qada sîtê daye, lê ji bo vê tu lewhe danenîne.

Her wiha ne li kelehê ne jî li derdora wê ti xebat nayên kirin û dîwarê kelehê jî hindik mane hilweşin. 

Kela Çemdînê ku 28 kîlometreyan dûrî navenda Wêranşarê ye û li sêgoşeya Herran û Halîliyeyê ye, Bîzans, Ereb û Akkoyûnî hewandine.

Keleh li ser girekî ku herêmê dibîne, hatiye çêkirin û li ser rêya Hevrîşim e. Li derûdora kelehê gelek şikeft, gor û kanî hene. Her wiha nêzî 300 şikeftên piçûk jî ji aliyê welatiyan ve bi deriyan hatine girtin û wekî axur tên bikaranîn.

MA/RIHA