
- Ji wergerên pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan Reimer Heider dibêje: Ocalan bi hizr, fikr û pêşbîniyên xwe mirovekî pirr raveker e. Abdullah Ocalan karî çareseriyên demokratîk ji bo gelek pirsgirêkên serdema me pêşniyaz bike, û li gorî vê ew fîlozofê serdema me ye.
SERHAT ARARAT
Wergêrê ber bi Elmanî yê kitêbên Rêber Abdullah Ocalan, Reimer Heider, bi rasthatina “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanî” li gelek bajarên Elmanyayê û Swîsreyê geriyaye û dibêje, “Lazim e mirov Abdullah Ocalan ji dengê wî, bi gotinên wî nas bike.”
Li Elmanyayê di navbera 7-10´ê Kanûnê de li 23 navendan pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji xelkê re hatin xwendin. Di çarçoveya roja xwendina pirtûkan de li bajarên Elmanyayê Berlîn, Hannover, Hamburg, Kassel, Duisburg, Wupertal, Munster, Bonn, Frankfurt, Stuttgart, Heillbron, Freiburg, Munchen, Mainz, Aachen, Celle, Tubingen, Braunschweig, Einbeck, Gottingen, Bremen, Leipzig û Saarbruckenê çalakî hatin lidarxistin.
Bijîşkê tibê, endamê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re Aştî ji Kurdistanêre û wergêr Reimar Heider tevlî çalakiyên xwendina kitêbên Abdullah Ocalan ên li eyaletên Baden-Wurtemberg û Bayernê bû. Reimer Heider gelek pirtûkên Abdullah Ocalan wergerandine Elmanî. Li bajarên Elmanyayê Heillbron, Stuttgart, Tubingen û Freiburgê Reimer Heider ji pirtûkên Ocalan hin beş xwendin, bi haziran re li ser pirtûkan peyivî û paşê tevlî çalakiyên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan ên li bajarên Swîsreyê Basel û Zurichê bû.
Ji sala 1999’an ve
Reimer Heider ji sala 1999’an ve di înîsiyatîfa ji bo Rêber Abdullah Ocalan de cihê xwe digire. Piştî Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û gelê Kurd, wî dest bi danasîna Abdullah Ocalan kiriye: “Gava ku Abdullah Ocalan ji Kenyayê revandin, ji ber ku ew ji wan kesan bû ku herî zêde dengê xwe ji bo aştiyê derdixist, min got, ez ê bibim dengê wî. Ji hingê ve ez ji xelkê re behsa Ocalan dikim, wî didim nasîn. Min di çalakiyên ji bo azadiya wî hemûyan de cihê xwe girt. Piştî Komploya Navneteweyî min ji xwe re got, ez dikarim bibim dengê wî, ez dikarim behsa wî bikim ji xelkê re.”
Kitêbên wî wergerandin Elmanî
Reimer Heider got, ew niha wergera pirtûkên Abdullah Ocalan dike: “Min 8 berhemên wî yên muhim wergerandin Elmanî. Lê ev dîsa jî xebateke komê ya kolektîf e. Ked û xwêdana gelek hevalên me di vî karî de heye. Lewma ji bo aştiyeke siyasî û mayîn de ev lazim e. Abdullah Ocalan xwe pirr ji bo aştiyê êşand. Helbet divê vegereke vê êş û westanê hebe. Ev pirr muhim e. Divê mirov ji dengê Abdullah Ocalan wî bibihîse, mirov wî bi gotinên wî nas bike. Berê ev li Ewrûpayê ne mumkin bû, lê niha bi wergera pirtûkên wî ev mumkin e.”
Li bêhtirî 100 welatan
Reimer Heider dibêje, “Êdî her kesê bixwaze, ew derfet heye ku pirtûkên Ocalan bi zimanê xwe bixwîne. Di pirtûkên Ocalan de peyamên gelekî girîng hene. Me bang li her kesî kir, kesên dixwazin di van peyaman bigihêjin, da ku werin van civînên me yên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan û li wir me behsa wî û fikrên wî kir. Esas, em karekî welê ji mêj ve dikin. Lê di çarçoveya pêngava azadiyê ya 10´ê Cotmehê de ev pêvajoya Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanî hat destpêkirin. Lê esas me heta niha li bêhtirî 100 welatan, li bajar û navçeyan pirtûkên Abdullah Ocalan dan xwendin.”
Ew fîlozofê serdema me ye
Reimer Heider dibêje, elaqeya wî ya ji bo Abdullah Ocalan bi naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê re dest pê kiriye: “Helbet her kes pirr baş pê dizane, Ocalan bi hizr, fikr û pêşbîniyên xwe mirovekî pirr raveker e. Li gorî min, Abdullah Ocalan karî çareseriyên demokratîk ji bo gelek pirsgirêkên serdema me pêşniyaz bike, û li gorî vê ew fîlozofê serdema me ye. Ew ji gelek pirsgirêkên rojane re çareseriyên şoreşgerî dibîne. Ji ber wê ez danasîna berhemên wî gelekî muhim dibînim.”
Kela canê min radike
Reimer Heider dibêje, Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanî serketî bûye û gelek mirovan bi xêra van çalakiyan Ocalan nas kiriye: “Sermeselê, di gelek bernameyên xwendinê de, gelek mirovên bi nasnameyên cihê hatin cem me û gotin, ´me Ocalan wiha nas nedikir´. Ev mijarên ku wan Ocalan pê nû nas kir jî mijarên weke aborî, meseleya jinan, Konfederalîzma Demokratîk, û modelên alternatîf ên ji bo dewleta netewe ne. Ev fikrên Ocalan gelek tesîrê li mirovan dikin. Nexasim fikrên wî yên alternatîf ji bo şerên netewe dewletan, bi meraq tên minaqeşekirin. Sermeselê, li gelek deveran pirsa şerê Îsraîl-Filistînê tê kirin. Ev pirsgirêkeke, girêk e. Lê Ocalan ji mêj ve îşaret bi çareseriyên alternatîf kiribû. Çareseriya Konfederalîzma Demokratîk ya herî maqûl e.”
Reimer Heider di dawiyê de dibêje, wergerandina kitêbên Abdullah Ocalan ne hêsan e, lê kela canê wî radike: “Wergerandina kitêbên wî, ne hêsan e. Lewma di dema wergerê de em pê dihisin ku ew bi mijarên pirr siyasî yan jî mijarên ji me dûr daketiye. Ev jî berê me dide çavkaniyên din. Lê dîsa jî heta ji min tê bi îhtîmam ez vî karî dikim. Hin mesele bi rastî giran in, bi rehetî mirov di wan nagihîje. Di dema wergerê de mirov hînî gelek tiştan jî dibe. Lê karekî bi kêf e, kela canê min radike.
Biyografiya Abdullah Ocalan
Reimer Heider da zanîn ku xebateke biyografiya Abdullah Ocalan jî wan biriye serî: “Ji bo vê xebata biyografyayê, ji mijarên ´Azadî wê bi ser keve´ heta bi hin beşên ciwaniya Abdullah Ocalan, ji damezirandina partiyê heta bi êsîriya li Îmraliyê, me ji bo serwextbûnê, pirtûkeke piçûk jî amade kir. Ji bo mirovên wî baş nas nakin, me ev pirtûk weke agahiyên giştî yên pratîk sêwirand.”














