Înstalasyoneke hunermenda Ingilîz Sara Maple a bi navê Labour of Love (Keda evînê) ne înstalasyoneke besît e. Wê beriya înstalasyonê, 3 mehan wêneyên şîrdan û xwarindana pitika xwe girtine. Ew bi vê înstalasyonê dixwaze nirxê keda dayikê beramberî pitik û zarokan ji nû ve nîşan bide. Ew dixwaze ku em mirov ji nû ve li ser qedrê vê kedê û vî karî, û her wiha li ser dema ku dayik li mezinkirina zarokan xerc dikin, bihizirin.
Ev hunermenda ku ji Zanîngeha Kingstonê derçûye, bi hunerê xwe gelek caran konseptên cihêkar ên civakê yên beramberî jinan û keda wan, dixe ber lêpirsînê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wêne: © 2023 Sarah Maple