Kê ev cam çêkirin?

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 21:03

  • Camên çola Sehrayê yên safî gelo çawa çêbûn. Ji bo ku cam çêbe germahiya lazim ji ku peyda bû? Li gorî hinan ceribandinên nukleerî yên beriya mîladê, ji bo yên din derbên meteroîdên mezin. Delîl niha îhtîmala duyê derdixin pêş.

Camên ecêb ên “xwezayî” yên çolan… Erê, ew hene. Heta mirov dikare parçeyek ji van camên ji çolên Lîbyayê li ser înternetê jî bikire. Parçeyekî 3 ta 4 santîmetroyên bi çarçik bi bêhtirî 100 dolarên Emerîkî tê firotin. Lê belê ma ne divê ji bo ev cam çêbe, germahiyeke zêdetir ji 650 santîgradî hebe (li gorî cih 650 ta 950 santîgrad)? Lê di rewşeke xwezayî de biqasî ku evqas cam çêbe, germahiyeke evqas zêde xweber çênabe. Lê divê sedemek hebe ku pêkhatina van krîstalên cama pak (ji sedî 99 safî ye) rave bike.

Gelek kesan hewl daye vê sirra hanê derêxe holê. Heta tezên gelekî ecêb jî ji bo ravekirinê derketin holê. Lewma, piştî ceribandinên nukleer ên li çola New Mexicoyê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, bi qasî li çola Sehrayê li Lîbyayê nebe jî, ji van caman û weke wan safî ye jî.   

Êdî bûye weke efsaneyekê û dibêjin, 7 salan piştî ceribandinên nukleer ên 1945’an ên li çola New Mexicoyê, Dr. J. Robert Oppenheimer -gunehkarê ku bombeya atomî çêkir- li zanîngehekê ders dida sala 1952´yan û xwendekarekî jê pirsek kiriye: Gelo ev testa pêşî ya bombeya atomî bû (ya sala 1945’an). Li gorî riwayetan wî gotiye, “Erê, di van çaxên modern de ya yekê ye.”

Ceribandinên nukleerî yên beriya mîladê?

Ev bersiva wî ya ecêb pirsa, gelo beriya “van çaxên modern” di çaxên kevin de ceribandinên bombeya atomî çêbûne, bi xwe re derxistiye holê. Gava mirov li şûna bersivên pirsên esasî, li delîlên ji bo baweriyên ecêb bigerin, yan delîlan, yan jî nîşanên delîlan ilehî peyda dikin. 

Sedema peydakirina delîlên ji bo van gotinên Openheimer jî, mijûliyeke wî bi xwe bûye. Wî metnên Hindu yên kevin lêkolane û di Sanskrîtê de beşeke li ser şerekî gelekî bala wî kişandiye. Di dema şer de li meydana şer “sîleheke” weke ku “ya axirzemanê” be meydan wêran kiriye. Ev beşa hanê, beşek ji Bhagavad Gîta ye. Di wir de esas ev “sîleh” tesîrê li temamê dinyayê dike; ew “sîleheke nayê nasîn, tîrêjeke ji hesin” e.  

Metneke ji Sanskrîtê behsasîlehekek nedîtî dike

Gelekan xwe avêtiye ser vê metnê û heta hin “zanyaran” jî ji bo karibin pêkhatina camên çolan rave bikin, îşaret bi vê kirine. Esas ev camên hanê yên li çolê hîna nû sala 1932´yan gava ku jeolojîst Patrick Clayton di çolê re bi maşîna xwe diçû, tesadufî hatine kifşkirin; li nêzî platoya Seed a Misrê. Di bin tekelên maşîna xwe de wî dengê şikestina caman bihîstiye û gava ku berê xwe dayê, dîtiye ku ev cam hene. 

Lêkolînên pêşî nîşan dane ku ev cam û camên li cihê çola ceribandina atomî dişibin hev. Lê ji bo ku ev qas cam çê bibin, diviyabû bombeya atomî ya ku ev cam çêkiribin, ji ya li New Mexicoyê 10 hezar caran bi hêztir be. 

Lê ma meteroîd çi nakin!

Lê 10 hezar caran ji bombeya atomê xurttir çi heye ku vê tesîrê bike. Heman tişta ku gelek zanyar difikirin dawî li dewrên zindiyan aniye: Meteroîdên mezin. Tevî hizra ku dibêje beriya bi 14 hezar salan çola Sehrayê derya bû û tevî nebûna kraterên şûna derbên meteroîdên mezin, îro roj zanyar hema hema piştrast in ku sedema çêbûna van caman meteroîd in. 

Lewma di van caman de mîneralek heye. Ev mêneral zîrkon e. Û ev zîrok îşaret bi hebûna mînerala reîdît jî dike.

Reîdît bi xwe, tenê gava meteroîdek li dinyayê dixe çêdibe. Yanî atomên di nava mînerala zîrkonê de ji ber zexta derbê bêhtir dişidin û ev mîneral çêdibe. Mîneralên wiha yên zexta zêde wan çêdike, nîşana sereke ya derbên meteroîdan e. Gava meteroîdek nagihîje erdê, li hewayê parçe dibe, ev mîneral pêk nayên.

Axir gava ku lêkoleran li van mîneralên zîrkon ên di cama çolê de nihêriye, dîtiye ku aliyê tevna pêkanîna krîstalên zîrkonê esas berevajî yên zîrkona normal in. Gava ku reîdît di bin 1200 santîgradî de ji nû ve dibe zîrkon, ew vê nîşana xwe li pey xwe dihêle. Lêkoleran li ser 7 nimûneyan lêkolîn kiriye û di her heftan de jî şûna mînerala reîdît di krîstalên zirav ên zîrkonê de hatiye dîtin. 

Axir heta niha ev delîla herî saxlem e ji bo ravekirina pêkhatina van camên çolê. Heta ku bombeyên nukleerî yên şaristaniyeke beriya yên em nas dikin bi delîlên darîçavtir neyên piştrastkirin jî, em dibêjin, derbên meteroîdên mezin ew camên safî yên çola Sehrayê çêkirine.

Wêne 1: Reklama firotina cameke çolê.
Wêne 2, 3, 4: Ji Wikipedia hatine wergirtin.
Wêne 5: Ji lêkolîna Aaron J Cavosie hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.