Katalanya Rojava nas dike

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 21 Tîrmeh 2021 - 01:04

  • Herêma Xweser a Spanyayê Katalonya, amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.

Herêma Xweser a Spanyayê Katalonya, amadekariyê dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas bike. Partiyên hikûmet û muxalefetê bi vê armancê pêşnûma biryarek pêşkêşî parlamenê kir.

Di salvegera 9'an a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser û piştgiriya ji her alî ve, pêşnûma biryarek pêşkêşî Parlamena Katalanyayê hate kirin.

Ji Koma Parlamenê ya Escurra Republicana (Çep a Komarger) Ruben Wagensberg Ramon, ji Junt Per Catalunya (Yekîtî ji bo Katalonyayê) Çalakiya Derve ya Koma Parlamenê, ji Komîteya Hevkarî û Zelaliyê Francesc de Dalmases i Thio, ji En Comú Podem (Em dikarin bi hev bikin) Çalakiya Derve ya Koma Parlamenê, Ji Komîteya Hevkarî û Zelaliyê Susanna Segovia Sánchez, ji CUP (Namzetiya Yekîtiya Gel) Eulàlia Reguant i Cura pêşnûme pêşkêşî parlamenê kirin.

Hikûmeta Katalanyayê ji partiyên Çep a Komarger û Yekîtî ji bo Katalonyayê pêk tê. CUP jî li derveyî hikumetê piştgiriyê dide pêşnûmeyê. En Comú Podem jî tevî Podemos weke koalîsyoneke çep li muxalefetê tevlî bûye.

Di pêşnûme biryarê de ya ji aliyê van çar partiyan ve hate amadekirin, derveyî herêmên din ên Sûriyeyê bal tê kişandin ser rewşa cuda ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêşnûma bi sernavê "Pêşnûma biryara Katalanyayê ya li ser soza di mijara jinûve avakirina Kurdistanê de" hate amadekirin.

Nûnerê Kurd ê li Spanyayê Eyyup Dorû diyar kir ku Hezîranê dema ku bi serokê parlamenê û dîwana serokatiya parlamenê re hevdîtin kirin, ev pêşnûma kete rojevê.

Piştî vê hevdîtinê, di 22'ê Hezîranê de heyetek ji parlamenterên Katalanyayê çû serdana Rêveberiya Xweser. Parlamenter Lulia Regovat û Robin Wagensberg, endama meclîsa Barcelonayê Laura Breeze di nava heyetê de bûn.

Pêşniyazên pêşnûmayê

Di pêşnûmayê de ev pêşniyaz hene:

  • Katalanya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk weke kirdeyeke siyasî hebûna wê qebûl dike û saziyên Katalan bi vê rêveberiyê re têkiliyên saziyî datînin.
  • Li Rojhilata Navîn li ser bingeha şaredarî, femînîzm û ekolojiya civakî potansiyela konfederalîzma demokratîk destnîşan dike ku çareseriya jiyaneke hevpar, demokratîk û aştiyane ye.
  • Katalanya bi sazî, civaka sivîl û welatiyên xwe, hem ji bo tevlîbûna li jinûveavakirina herêmê, hem avakirina madî ya welêt, hem jî pêşwazîkirina penaberan bi rengekî demkî û mayînde, tevna piştevaniyê ya biratiyê bi welatiyan re teşwîq dike.
  • Bang li hikûmeta Generalitat de Catalunya dike, ku ji bo avakirina vê tevna piştevaniyê, desteyeke ji îradeyên cuda, sazî û civaka sivîl ava bike.

Li herêmên din ên otonom jî hewldan hene

Eyup Dorû got, "Dema ku Katalanyayê Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî nas kir, saziyên Katalan hemû wê karibin bi rengekî fermî li her qadê têkiliyê bi saziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re deynin.“

Wî got, ji bo pêşnûmayên bi heman rengî pêşkêşî parlamenên herêmên otonom ên Bask û Valensiyayê bên kirin, ew ê bikevin nava hewldanan û destnîşan kir ku piştgiriya partiyên siyasî yên xwedî nêrînên cuda yên li Katalanyayê, wê bandorê li herêmên din jî bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.