- Bi piştgiriya Wêjegeh Amedê, di çarçoveya temaya “Li Derve” de li Mêrdînê kargeha wêneyan dê were lidarxistin.
Bi piştgiriya Wêjegeh Amedê, di çarçoveya temaya “Li Derve” de li Mêrdînê kargeha wêneyan dê were lidarxistin. Wênegir Tehsîn Beravî bi navê “Kargeha wênegiriya xweristê” dê kargeheke wênegiriyê li dar bixe û kargeh dê ji çar beşan pêk were. Kargeh li Leylan Cefeya Mêrdînê tê lidarxistin.
Wêjegeh Amed wiha behsa naveroka kargehê dike, “Em bi vîzoreke ku wêje û dîsîplînên dîtir tîne ba hev, ji bo kargeheke nû dibin mêvanên hogirên xwe yên li Mêrdînê. Tehsîn Beravî, li cîhana zindî û nezindî ya erdnîgarîya me bi fotografgirîya xweristê dadikeve. Ew kesên elaqedar vedixwîne da ku beşdarî xebata kargehê bibin. Bernameya kargehê, di çarçoveya fotografgiriyê de, li ser fotografgiriya xweristê û amrazên wê; li ser fotografgirtina li xweristê ya bi awayê tele û macro; ji awirê fotografgiriya xweristê ve li ser parêzgeriya xweristê û ranêzikiyên etîk disekine. Piştî kargehê, ji bo rojekê wê gerûgeştek bê kirin û li herêma Zinarê ya li Mêrdînê ku gelek cûreyên riwekan lê hene, pratîkên fotografgiriya macro bê kirin.”
Kontenjana kargehê bi deh kesan sînordar e, dîroka miracaetê ya dawî jî heya 20’ê vê mehê ye. Ji bo beşdariyê lînka li jêr bitikînin.
MÊRDÎN