Botan International diyar kir ku ew ê bi hevkarîya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) 25 û 26’ê Tebaxê “Kargeha Podcastên Kurdî” li dar bixe û ders jî dê bi Kurmancî bin.
Botan International got, herî zêde 10 kes dikarin beşdarî kargehê bibin. Piştî miracaet bi dawî bûn, lijneya hilbijêr ji nava wan, 10 kesan hilbijêre û ev kes dê tevlî kargehê bibin.
Kargeh bê pere ye û di dawiya kargehê de dê sertîfîkayek were dayîn.
Lînka forma miracaetê li jêr e;
https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeDGbEFCtaOv_c855iQNTXbKYKRv2teBLZQciGN3r6TcIR17w/viewform
NAVENDA NÛÇEYAN