Kargeha karên destan a Şehîd Vejîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 26 Cotmeh 2023 - 00:41

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Hilberandina bi desta jinan, hunera kurdî dewlemend dike" kargeha karê destan a Şehîd  Vejîn li Helebê vekir.

Ji bo teşwîqkirina jinan ku mîrasa Kurdî biparêzin, Yekitiya Jinên Ciwan kargeha karên destan a Şehîd Vejîn li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.

Di şahiya vekirinê de bi dehan nûnerên saziyên sivîl, komûn, meclis beşdar bûn. Di şahiyê de endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Şîraz Silêman axivî û destnîşan kir ku ew piştgiriya jinên ciwan dikin û got:"Kargeh, reng û şarezehiyên jinan xuya dike. Divê em berhemên jinan ji tunebûnê biparêzin."

Kargeh ji aliyê Şîraz Silêman ve hat vekirin. Tê payîn ku gelek jinên ciwan di kargehê de kar bikin.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.