Karasû:Divê demokratên Tirk dijî tecrîdê rabin

Çarşem 18 Îlon 2024 - 16:00

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû derheqê salvegera Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ bersiv da pirsên Medya Haber TV. Karasû bêdengiya demokrat û rewşenbîrên Tirkiyê yên li bara tecrîdê rexne kir û got,’’ Eger gelê Kurd wê bi gelên Tirkiyeyê re bijî, gelê Kurd li nava Tirkiyeyê bi nasname, çanda xwe, bi gelên Tirkiyeyê re bi rengekî azad wê bijî, wê demê divê xwedî li Rêber Apo derkevin.’’ 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû derheqê tecrîda girankirî ya mitleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan ku van demên dawî li qada navnetewî ji alî qadên cihê ve helwest tê nişandan; ku yek ji van çalakiyan ew e ku 69 xelatgirên Nobelê têkilî tecrîdê nameyek nivîsîbûn û her wiha beriya bi çend rojan 1500 parêzerên ji 30 welatên cihê ji bo ku bi Rêber Ocalan re hev bibînin serî li Wezareta Dadê ya Tirk dabûn, got,’’Ev pêvajo ji alî xwedîderketina Rêber Apo ve, ji aliyê ku azadiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê bibe pêvajo gelekî girîng e.’’
Karasû bi domdarî diyar kir xwendina berhemên Ocalan, xwedîderketina fîlozof û rewşenbîran di vê pêvajoyê de mezinahî û karekterê Rêbertî li cîhanê berbelav kiriye û bi asteke girîng fikrên Rêbertî berbelav bûye.

Têkoşîn encamê digire
Karasû derheqê Pêngava 10’ê Cotmetê ku ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kirî, ji Medya Haber TV re wiha axivî: ‘’Têkoşîn encamê werdigire. Di vê pêvajoyê de ev yek hate dîtin. Parêzeran hevdîtin bi CPT, bi DMME'yê re kirin. Ew jî hingî neçar man hin bersivan bidin. Herî dawî nameya ku 69 xelatgirên Nobelê nivîsandin, banga wan li ser DMME û CPT bi bandor bû. Ji ber ku ew ne mirovên ji rêzê ne, mirovên li cîhanê naskirî ne, xizmet ji mirovahiyê re kirine, bûne wijdanê mirovahiyê. Divê ev mirov bi vî rengî bêne dîtin. Xwedîderketina van mirovan li Rêbertî, asta xwedîderketina li Rêbertî gelekî bilind kir. Yanî têkoşîn û hewldan zextê li CPT û DMME'yê dike. Gav bi gav zextê li Tirkiyeyê jî dike. Ji ber vê yekê ev hewldan hêjayî pesindayinê ne, em silav dikin.’’

Sala nû girîng e
Karasû bi domdarî anî zimên bi çarçoweya kampanyaya ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî’’ çalakiyên nû têne lidarxistin, kampanya her ku diçe berbelav dibe û hem li Tirkiyê, hem jî li Ewropayê wê zêdetir berbelav bibe û got,’’Sala duyemîn bi rastî jî ji aliyê mîsogerkirina azadiya Rêbertî ve wê bibe saleke girîng.’’

Civîn wê rewşeke diyar bîne
Karasû diyar kir daxuyaniya 1500 parêzerî û her wiha axaftina ‘’Mafê Hêviyê’’ ya derheqê Rêber Ocalan a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girîng e, li wir mesele wê bi rengekî cidî were nirxandin û got,’’Ji ber ku bû çend sal ku biryarek wergirtin. Biryara DMME'yê hebû, Tirkiyeyê guh neda wê biryarê. Biryarên din ên ku Tirkiye guh nade têne rexnekirin, zext li Tirkiyeyê tê kirin, lê belê li pêşberî biryarên têkildarî Rêbertî de bêdeng dimînin ku ev yek nêzîkatiyeke gelekî polîtîk e. Bi nêzîkatiyeke polîtîk li pêşberî Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Êdî sînorekî vê jî heye. Piştî ewqas têkoşîn û zextê em di wê baweriyê de ne ku di vê civînê de wê rewşeke diyar pêk were. Welê tê dîtin.’’

Divê her kes tevlî festîvalê bibe
Karasû derheqê festîvala ku wê li Frankfurtê were lidarxistin diyar kir armanca festîvalê ew ku kampanyaya ji bo azadiya Rêbertî bêhtir karîger bibe û got,’’Êrîşên dewleta Tirk ên li ser çand, ziman, govenda Kurdî û polîtîkayên qirkirinê bêguman wê bibin sedem ku festîvala çandê hîn bi xurtî derbas bibe. Lê belê li gel vê yekê bi dîtina me ji bo xurtkirina hewldanên azadiya Rêber Apo tevlîbûna li festîvala îsal wê hîn bilind be. Divê her kes tevlî bibin, dost hemû tevlî bibin. Her wiha rewşenbîrên li Ewropayê, hêzên demokratîk ên civaka Ewropayê divê bi xurtî tevlî festîvalê bêne kirin. ‘’

Rewşenbîrên Tirk divê dijî tecrîdê rabin
Karasû hêzên demokratîk û rewşenbîrên Tirkiyê rexne kir ji ber ku li bara bêhiqûqiya li Îmraliyê bêdeng in û got,’’Divê li ber kiryarên li Îmraliyê jî rabin. Heta ku li ber kiryarên li dijî hiqûqê yên li Îmraliyê ranebin, heta ku li ber van kiryarên kêfî nesekinin, rabûna li ber kiryarên din wê gelekî girîng nebin. Helwesteke hevgirtî pêwîst e. Eger gelê Kurd wê bi gelên Tirkiyeyê re bijî, gelê Kurd li nava Tirkiyeyê bi nasname, çanda xwe, bi gelên Tirkiyeyê re bi rengekî azad wê bijî, wê demê divê xwedî li Rêber Apo derkevin ku ev gel wî weke 'îrade' û 'Rêberê' xwe dibîne. Divê li ber vê bêhiqûqiya li ser Rêber Apo rabin.’’

Meşa Ciwanan girîng e
Karasû her wiha bal bire ser Meşa Dirêj a ciwanan a li Ewropayê ya bi çarçoweya pêngavê û got,’’Ev meşa ciwanan girîng e. Em meşa ciwanan silav dikin. Bêguman ev yek jî hewldanek ji bo azaiya Rêber Apo ye. Ez di wê baweriyê de me ku sala bê, bi hewldaneke hîn mezin, bi têkoşîneke hîn mezin wê azadiya Rêbertî hîn nêzîk bibe.
BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.