Di nava dewletê de veguherînek divê

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:45

  • Hêlîn Umît destnîşan kir ku eger di nava dewletê de veguherînek nebe, nepêkan e ku biryarên ji aliyê PKK'ê ve hatine wergirtin bikevin meriyetê û got, "Eger sererastkirinên qanûnî neyên kirin em ê çawa bi pêş ve biçin?"

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît têkildarî bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê ji Medya Haber TV re axivî. Temamiya nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ye:"Beriya her tiştî hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî Rêber Apo dikin û bi navê hevrêyan hemûyan hurmetên xwe radigihînim. Di şexsê heval Riza Altûn û heval Fûat de ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de hate ragihandin şehîdan hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Bi vê wesîleyê soza ku me dane wan careke din dubare dikim ku em ê pêk bînin.

Cejna Qurbanê li tevahiya gelê me pîroz dikim. Meha Hezîranê meha fedaiyan e. Di şexsê şehîda me ya mezin hevala Zîlan de fedaiyên PKK'ê hemûyan silav dikim, careke din şehîdên me bi hurmet bi bîr tînim.

Weke tevgereke ku di hevsengiyên Rojhilata Navîn de diyarker e, me tûglayek kişand. Her kes hewl dide li gorî vê yekê cihê xwe diyar bike, fêhm bike. Hinek hene ku bi rastî jî hewl didin fêhm bikin, hinek jî hewl didin bi zanebûn an jî nezantî berevajî bikin.

Banga min li yên eleqedar, durust û ji dil ew e ku vê dîrokê lêkolîn bikin. Rêber Apo çawa gihîşt vê pêvajoyê, ev pêvajoyeke gelekî girîng a dîrokî ye. Qutbûna ji çareseriya dewletparêziyê wê demê destpê dike.

Ev pêvajoya me ya guherîn û veguherînê em weke encama amadekariyeke mezin a Rêberê xwe ya 40 salan dinirxînin. Divê civak û rewşenbîrên Tirkiyeyê vê pêvajoyê baş fêhm bikin. Ev yek ne ji ber zehmetî û tengaviyê ye, berevajî vê yekê pêngaveke plankirî ye.

Li ser bingeha azadiya fîzîkî. Heke beramberî vê yekê mafê hêviyê be, divê qanûn bên derxistin. Yanî nikarin wisa bibêjin. Niha atmosfera li Tirkiyeyê ne wisa ye. Aliyê dewletê, AKP-MHP ne di rewşa ku bibêje hêza me ji bo vê tuneye. Çi bixwazin dikarin biryara wê bigirin. Ez wisa jî nabêjim. Helbet aliyên cuda hene, beşên cuda hene. Lê belê desthilata Tirkiyeyê her tişt di destê xwe de digire. Heke di vî alî de gav nayên avêtin, ev ji nêta wan diqewime. Tişta ku em dibêjin nêt e. Divê ev were lêpirsînkirin. 

Yên ku bi hev re li dîrokê nenêrin nikarin bi hev re li siberojê binêrin. Yanî pênaseya me ya dîrokê û pênaseya Tirkiyeyê ne wekî hev e. Divê em bi hev re li dîrokê binêrin. Divê lêkolîna ji bo heqîqetê derxe holê hebe. Belê niha amûra bingehîn a AKP'ê çi ye? Dibêje; dema ku ev hatim desthilatê min hebûna Kurdan nas kir, hemû mafên Kurdan min da, di aliyê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de tişta ku em bikin nemaye. Vaye televîzyona wan heye, bi Kurdî weşanê dikin. Lê di destûra bingehîn de ev nehatine misogerkirin. Wisa dide nîşandan. Lê gelê Kurdan avakarê bingehîn ê komarê ne lê misogeriya qanûnî tuneye. Ji ber ku nêrîna wan a li dîrokê bi pirsgirêk e. Desthilatên Tirkiyeyê dîrokê wisa naxwînin. Lê divê em bi awayekî hevpar li dîrokê binêrin. Heta ku têkiliya civakan li ser têkilî û tifaqan çênebin, ev têkilî wê her tim ji xirabûnê re vekirî be. Ev ji bo dîroka dûr bû. Ji bo dîroka nêz jî ez dixwazim vê bibêjim, navê pêvajoyê kirine çi? Kirine "Tirkiyeya bê terorê". Teqez em vê têgehê red dikin. Hûn zanin ji bo çi em red dikin. Ji ber ku PKK têkoşîna herî rewa ya gelê Kurd e. Heke têkoşîna 42 salan a gelê Kurd nebûya, îro tu kes wê behsa Kurdan nekira. Yanî divê ev jî derkevin holê. Derketina PKK'ê berteka li hemberî înkarkirina Kurdan e. 

Bêyî ku gavên siyasî bavêjin, heta ku misogeriya qanûnî û hiqûqî pêk neyê, ferzkirina danîna çekan ferzkirina teslîmbûnê ye. Dewleta Tirk ewqas sal şer kir ma hîn jî PKK’ê nas nake? Ma nizani ku di PKK’ê de teslîmbûn tune ye? PKK li ser bingeha xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê hat damezrandin. Wan nikarîbû berxwedêrê zindanê teslîm bigirin; wan xwe perçe perçe helandin. Îro, hevalên me di gelek tunelan de bi îradeyek sermirovî têdikoşin. PKK û teslîmbûn nayên cem hev.

Em di vê şerê desthilatdariyê de nabin aliyek, gelê me nabe. Derdê me cuda ye. Derdê me Tirkiyeya nû li ser bingehê netewa demokratîk avakirin, civaka demokratîk derxistina holê ye."

 ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.