Divê tavilê gav bê avêtin
Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:25
Di 24’ê Cotmeha 2011’an de, li Geliyê Tiyarê, ku di nav sînorên navçeya Çelê ya Colemêrgê de ye, li hemberî gerîlayên HPG/YJA-Starê êrîşeke hewayî pêk hat û 36 gerîla şehîd bûn. Yek ji van kesên ku şehîd bûne Îpek Çîçek (Medya Ronahî) ye ku li bajaroka Xaşxaber a girêdayî navçeya navendî ya Îdirê hatiye dinê. Îpek Çîçek a di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû, di emrê ciwantiyê de têkoşîna gelê Kurd nas kir. Îpek Çîçek li aliyekî dibistan dixwend û li aliyê din jî xebatên siyasî yên demokratîk dimeşand, di sala 2009'an de bi hevrêya xwe Atanur Şahîn re tevlî nava refên PKK'ê bû.
Keça min jî weke herkesê ye
Dayika Îpek Çîçek Amîne Çîçek (60) got:"Zarokên me bawerî bi vê rêyê anîn û ev rê hilbijartin. Erka me ye ku em rêya wan biparêzin. Belê, keça min gihîşt şehadetê, lê ew jî mîna hevalên xwe ye. Di vê rêyê de dayikên ku 3-4 zarokên xwe winda kirine hene. Em ji wan ne çêtir in. Bi hezaran dîlên me hene. Gelek girtiyên bi nexweşiya pençeşêrê ketine hene. Êdî divê ne zarokên me û ne jî leşker bimirin. Dewlet hê jî dibêje 'yek ziman, yek nîjad, yek al, yek welat'. Eger wê aştî pêk were, ev yek dikare pêkan be? Bêyî ku şertên ku Rêbertî diyar kirî bi cih bînin em dikarin çekê deynin? Ew ne çete ne ku çekên xwe deynin û tiştekî din bikin. Berdêleke bi vî rengî hatiye dayîn. Bêyî ku dewlet gavan bavêje aştî pêk nayê. Baweriya min bi dewletê nemaye. Heta ku deriyên girtîgehê venebin ez ê ji dewletê bawer nekim."
Divê çek bêdeng bin
Atanur Şahîn (Şoreş Serhat) ku bi Îpek Şahîn re tev li PKK'ê bû di 18'ê Gulana 2011'an de li herêma Qeşûra navçeya Qilebanê ya Şirnexê şehîd bû. Bavê Şahin Ahmet Şahin got:“Birêz Abdullah Ocalan bangeke pir baş kir. Divê birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Eger em ê li ser aştiyê biaxivin, divê çek bêdeng bin. Divê girtî serbest bên berdan. Divê zimanê Kurdî azad be. Divê zimanê me li dibistanan azad be. Divê li kuçe û kolanan tabelayên Kurdan hebin. Em jî aştiyê dixwazin û piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ji bo aştî pêk were jî pêwîste dewlet gavan bavêje. Lazim e dewlet maf û edaletê bide Kurdan. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.”
MA/ÎDIR