Bi êrişan hêviya çareseriyê tine dike
Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:40
Êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deverên Ewrûpayê bi çalakiyên cihêreng hatin rûreş kirin.
FREÎBURG
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Freiburg ê Elmanyayê li ser banga Konseya Jinên Kurd-KCDK-E’yê li qada Platz der Alten Synagoge li hev civiyan, li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Gerîlayên Azadiyê mîtîng hate lidarxistin. Di daxuyaniyên çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk tevî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî ku di 27’ê Sibatê de kir, kûrkirina şerê didomîne. Beşdarên çalakiyê destnîşankirin ku gelê Kurd wê di şer de jî di aştiyê de jî Rêber Apo û têkoşîna gerîla esas bigre.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk mitînga protestoyê hate lidarxistin. Di çalakiya ku li Qada Luisenplatzê hate lidarxistin de êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla ên tevî agirbesta yek alî ya PKK’ê jî, hatin protestokirin. Di mîtîngê de Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan axivî û îşaret bi êrîşên kîmyewî kir û diyar kir ku ev êrîş astengkirina bidestxistina statuya gelê Kurd hedef digre û destnîşan kir ku wê ji xeta têkoşînê tawîz neyê dayîn.
VIYANA
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî li dijî êrîşan ji aliyê DemKurd ve meşa protestoyî hate lidarxistin. Meşa ku ji Christian-Broda-Platzê destpê kir, heta Museumsquartierê dewam kir. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Avestayê Nurcan Guleryuz axivî û got:“Dewleta Tirk konsepta şerê taybet a ji bo tunekirina hêviya çareserî û aştiyê pêk tîne. Çekên kîmyewî yên ku tên bikaranîn sûcê şer e û rasterast êrîşa li dijî pêvajoya aştiyê ye. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bikeve tevgerê û li dijî van sûcên şer dengê xwe bilind bike.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Place Klébe bi çalakiyekî girseyî hatin protestokirin. Di çalakiyê de êrîşên artêşa Tirk ên bi gazên kîmyewî, droneyên bombebarkirî û çekên kîmyewî yên li ser herêmên Metîna, Zap, Garê û bi taybet li ser gundên gundên Sêgirê, Şêlazê û Girê Amediyê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de metna çapemeniyê ji aliyê Velî Tekîner ve bi Fransî û ji aliyê Ferît Demîr ve jî bi Tirkî hate xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya dîrokî ya banga Rêber Apo hate kirin û wiha hat gotin:“Êrîşên ku li ser Metîna, Zap, Garê û qadên din dewam dikin, gef li pêşeroja hevpar dixwe û pêvajoya aştiyê sabote dike. Em bang li alîgirên aştî, demokratîk û çareseriyê dikin ku dengê xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirer ên bi çekên qedexekirî, bilind bikin.”
LÎVERPOOL
Êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Liverpool ê Ingilîstanê bi çalakiyekî hatin protestokirin. Girseya ku li ser banga çalakiya lezgîn a Meclîsa Gel a Kurd a Liverpoolê li pêşiya Stasyona Trenê ya Liverpoolê li hev civiya, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li ser Zap, Metîna, Avaşîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên piştî banga çekberdanê ya PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe de û daxuyaniyên aştiyê yên Rêber Apo, protesto kirin. Endama Meclîsa Liverpoolê Saeed ku di çalakiyê de mafê axaftinê girt, îşaret bi helwesta êrîşkar a dewleta Tirk li dijî hewldanên aştiyê yên gelê Kurd kir û wiha got: “Ev êrîşên ku tevî bangên aştiyê jî dewam dikin, ne tenê gelê Kurd hemû mirovahiyê hedef digre.
NAVENDA NÛÇEYAN